‘Em berxwedanî û îradeya gelê Efrînê silav dikin’

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê dan û berxwedana gelê Efrînê silav kirin.

Ji Çarşema borî ve, çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (Cebhet El Nûsra) êrîşî bajarê Helebê û gundewarê wê dikin. Di encama êrîşê de hêzên hikûmeta Şamê ji gelek deveran vekişiya û çeteyan piraniya bajêr Helebê dagir kirin. Li dijî êrîşên dagirkeriyê heta kêliya dawiyê, koçberên Efrînê bi berxwedana xwe bersiv dan.

Der barê van geşedanan de welatiyên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, diyar kirin ku ew ê bi hevgirtinê êrîşan têk bibin û gotin ew ê piştgiriyê bidin koçberên xwe yên Efrîn ê. 

‘DIVÊ GELÊ ME BI HEMÛ HÊZA XWE TÊBIKOŞ E’

Welatiyê bi navê Mihemed Nûr, da zanîn ku dijmin bi van şeran dixwaze îradeya gel bişkîne û tirsekê bixe dilê wan de. Her wiha got ku li pişt çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (Cebhet El Nûsra) ên taxê Heleb dagir dikin dewleta Tirk a dagirker heye. Nûr, da xuya kirin ku dewleta Tirk van rêbazên xwe yên qirêj, bi armanca ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevlî hev bike dike û wiha domand, “Dixwaze bi van êrîşan re projeya Netewa Demokratîk têk bibe. Divê gelê me bi hemû hêza xwe têkoşîn bike. Divê em bibin bersiv ji van êrîşan re. Her wiha pêwîste em bi hêza xwe ya leşkerî re bibin yek û parastina xaka xwe bikin. Bila dengê me li tevahiya cîhanê bê bihîstin; em tu carî ji rêya Rêber Apo û şehîdên xwe, gavekê jî paş ve naevêjin. Wê serketin tim ya me be.”

‘EM Ê XAKA XWE BIPARÊZ IN’

Ciwan û xwendekara bi navê Nûjîn Oso, anî ziman ku ew weke ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê tim bi axa welatê xwe ve girdayî bin û bi têkoşîna xwe wê dijmin têk bibin. Nûjîn Oso, diyar kir ku ji bo ew helwesta xwe bi awayekî herî xurt nîşanî tevahiya cîhanê bikin daketine qadand û wiha got: “Em ê her tim li pişta gelê xwe bin û bi taybet gelê me yê Efrînê. Bila dijmin bizanibe ku em bi îradeya xwe xurtin û tu kes nikare vê îradeyê bişkîne, heta dilopek xwîn di laşê me de hebe, em ê berxwedanî bikin û xaka xwe biparêzin.”

‘GELÊ ME CAREK DIN RASTÎ KOÇBERIYÊ DIKE’

Welatiya bi navê Anahîta Sîno, jî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê yên li dijî koçberên Efrînê bi tundî şermezar kir û got ku armanca van êrîşan koçberkirina gel e. Anahîta Sîno wiha got: “Em bang li tevahî rêxistinên mafê mirovan dikin ku helwesta xwe raber bikin û çareseriyek siyasî ji vê pirsgirêkê re bibînin. Li dijî êrîşên hovane yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê gelê me yên li Şehba, Til Rifat û Helebê îradeyeke mezin raber kirin. Em bi rêzdarî berxwedana gelê xwe yê Efrînê silav dikin.”

BANGA PARASTINÊ HAT KIRIN

Cuma Xelo, jî di heman çarçoveyê de berxwedana gelê Efrînê silav kir û beng li tevahî ciwanan kir ku bi ruhê xwe yê ciwantiyê parastina xak û gelê xwe bikin û wiha axivî, “Em ji van komên çeteyên dewleta Tirk re dibêjin ku çiqas hûn şer bikin wê îradeya me mezintir be. Pêwîste em tevhî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hêza xwe û îradeya xwe xwedî li xwîna şehîdên xwe û li gelê xwe derkevin.”