'Em ê bi Şerê Gel ê Şoreşgerî teqez bi ser bikevin'
Malbatên şehîdan ên Kobanê, diyar kirin ku li hemberî her cûre êrîş ên li dijî gelê Helebê ew ê bi Şerê Gel ê Şoreşgerî bersiv bidin û gotin, “Gelê Kurd wê bi berxwedana xwe bi ser bikeve.”
Malbatên şehîdan ên Kobanê, diyar kirin ku li hemberî her cûre êrîş ên li dijî gelê Helebê ew ê bi Şerê Gel ê Şoreşgerî bersiv bidin û gotin, “Gelê Kurd wê bi berxwedana xwe bi ser bikeve.”
Ev çend roj in gefa êrîşan li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde bûye. Di heman demê de çeteyên dewleta Tirk a dagirker êrîş birin ser Til Rifet û herêma Şehbayê û berê xwe dan Helebê jî. Li dijî wê şêniyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nerazîbûnên xwe anîn ziman û diyar kirin ku ew derbasî pozîsyona Şerê gel ê Şoreşgerî bûne.
Şêniyên bajarê Kobanê, jî diyar kirin ku ew ê bi Şerê Gel ê Şoreşgerî dawî li faşîzmê bînin û her çar parçeyê Kurdistanê bikin yek û herêmên dagirkirî bi berxwedanê rêzgar bikin.
Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Zehê Elî Eyûb, berxwedana gel a li dijî êrîşan silav kir û got, “Divê em êdî rabin ser piyan û asta têkoşîna xwe bilindtir bikin. Em gelê xwe yê di nava têkoşîn û berxwedaniyê de ne, silav dikin. Em berxwedana gelê xwe yê Helebê silav dikin. Em bi ruh û can li pey wan in û em ê bi hêza xwe dawî li çeteyan bînin û her çar parçeyên Kurdistanê rêzgar bikin."
‘WÊ ZAROKÊN ME DAWÎ LI DAGIRKERIYÊ BÎN IN’
Zehê Elî Eyûb, anî ziman ku li dijî Kurdan planek qirêj hatiye kirin û wiha dewam kir, “Dijmin tenê tiştekî dixwaze, ew jî tunebûna gelê Kurd e. Wê zarokên me bi pêt û agir bin û dawî li wan bîn in. Em ê bi wê hêzê hemû herêmên dagirkirî rêzgar bikin. Wê şagirtê Rêbre Apo destan û efsaneyan binivîsin. Ji bilî berxwedan û serketin tu rêyek me ya din tune ye. Em ê heta dawiyê piştgirî bidin zarokên xwe. Baweriya me bi hêza me heye. Em li pişta hêza xwe ne û hêza me jî wê bi ser bikeve."
‘BÊYÎ DUDILÎ EM Ê LI BER XWE BIDIN’
Jina bi navê Cîhan Bozan, jî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker li her derê dest bi êrîşan kiriye û wiha got, “Lê em ê jî bi ruhê Şerê Gel ê şoreşgerî, dawî li planên wan bînin. Em weke gelê Kurd wê li her derê û li her kolanê li ber xwe bidin. Em ê heta dawiyê şoreşger, zarok, keç û xortên xwe biparêzin. Çawa me berê li ber xwe da, em ê ji niha û şûn ve jî li ber xwe bidin.”