Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hewldana êrîşê têk bir
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hewldana çeteyan a bicihkirina çekên giran li pêşiya barageha ya li gundê El Kreidiyê têk bir.
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hewldana çeteyan a bicihkirina çekên giran li pêşiya barageha ya li gundê El Kreidiyê têk bir.
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hewldana çeteyan a bicihkirina çekên giran li pêşiya barageha ya li gundê El Kreidiyê têk bir. Navenda Ragihandin û Çapemeniya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê der barê mijarê de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşên xwe yên li ser gundên Kantona Minbicê berfireh kirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin "Çeteyên dewleta Tirk a dagirker dixwest çekên giran li pêşiya baregeha xwe ya li gundê El Kreidiye bi cih bike. Di encama hişiyariya hêzên me yên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve, 2 hawan hatin hedefgirtin û rûxandin. Yek hawan hate îmhakirin û yek jî derbe xwar. Di ve hedefgirtinê de 2 çete hatin kuştin û wesayîta wan hate îmhakirin."
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin topbarana dewleta Tirk a dagirker dewam dikin.