Şehîdê QSD’ê li Reqayê hate oxirkirin
Şervanê QSD’ê Nasir Raşid El Felah di 30’yê Mijdarê de li Helebê şehîd bû, Felah li goristana gundê xwe Hikumiyê hate oxirkirin.
Şervanê QSD’ê Nasir Raşid El Felah di 30’yê Mijdarê de li Helebê şehîd bû, Felah li goristana gundê xwe Hikumiyê hate oxirkirin.
Şervanê QSD’ê Nasir Raşid El Felah di 30’yê Mijdarê de li Helebê şehîd bû, hate oxirkirin. Cenazeyê şervanê QSDˈê Nasir Raşid El Felah ku 30ˈê Mijdarê dema erka xwe bi cih dianî li Helebê şehîd bûbû, li Pakrewangeha Şehîdan a li gundê Hikumiyê yê Reqayê hat veşartin. Endamên saziyên civaka sivîl, hêzên leşkerî, Rêveberiya Xweser, şêx û rûspiyên eşîran, tevî şêniyên kantona Reqayê beşdarî merasîmê bûn.
‘TÊKOŞÎNA ME WÊ BIDOME’
Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre ji fermandarên QSDˈê Mehmûd Kobanê axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got ku ew weke QSD’ê amade ne her bihosteke xaka Sûriyeyê biparêzin. Mehmûd Kobanê heya avakirina Sûriyeyeke demokratîk a nenavendî soza domandina têkoşînê da.
Piştî axaftinan wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Cenazeyê şehîd bi dirûşme û tilîliyên dayikan hate veşartin.