Êrîşa bi SÎHA: Kesek şehîd bû
Li ser rêya Qamişlo-Hesekê di êrîşa SÎHA ya dewleta Tirk de ku li dijî wesayitekê kir, Ezîz Selahedîn Şêxo şehîd bû.
Li ser rêya Qamişlo-Hesekê di êrîşa SÎHA ya dewleta Tirk de ku li dijî wesayitekê kir, Ezîz Selahedîn Şêxo şehîd bû.
Balafirên bêmirov ên bombebarkirî (SÎHA) yên dewleta Tirk doh bi şev li ser rêya Qamişlo-Hesekê bombe li wesayitekê barand. Di bombardûmanê de kesek şehîd bû.
Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nasnameya welatiyê ku di bombebaranê de şehîd bûye, aşkera kir.
Nasnameya welatiyê şehîd wiha ye:
Nav û paşnav: Ezîz Şêxo
Navê dayikê: Leyla
Navê bav: Selahedîn
Dîroka jidayikbûnê: 10 Çile, 2004
Cih û dîroka şehadetê: Qamişlo, 1 Kanûn 2024.