Fermandiya Giştî ya YPJ’ê derbarê êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagiker ku li Heleb-Şehbayê pêk anîne û hovîtiya wan a dijî dîlên birîndar ên jin de daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyak ku li ser malpera YPJ’ê hat weşandin wiha ye:
“Bi rojane êrîşeke berfireh û pir alî li dijî herêma me û tevahî xaka Sûriyeyê tê meşandin. Di serî de li Helebê, gelê Sûriyeyê bi xeterî û komkujiyên mezin re rû bi rû hate hiştin. Ev êrîş di heman demê de herêma me ya Bakur-Rojhilatê Sûriye girte nava xwe û bi rojane li hemberî van êrîşên mezin berxwedaneke bêhempa tê raberkirin. Bi taybetî li herêma Şehba û Helebê di serî de jin, gelê me li hemberî van êrîşan bi rojane berxwedaniyeke mezin raber dikin.
Gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ku bi salane xwedî ezmûna şer û berxwedanê ye, li hemberî van êrîşan careke din xwe bi rêxistin kir û bi navê Hêzên Parastina Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi dehan caran êrîşên çeteyên dagirkeriya Tirk têk birin.
Bêguman şer pir alî û bi awayekî dijwar didome û mixabin ku hêjmarek xort û jinên ciwan ên Hêzên Parastina Şêxmeqsûd ên birîndar bûbûn dîl ketin destê çeteyan. Ev çeteyên hoveber ku bi ti awayî exlaq û qanûnên şer nas nakin, bi awayekî pir hovane rûmeta jinên dîl dişikînin û li ser dezgehên xwe yên çapemeniyê weke amûreke propagandayê bikar tînin. Bi gotinên xwe yên weke ‘em ê careke din we di bazaran de bifroşin’ hêrsa xwe ya li hemberî jinan raber dikin. Ev kiryarên dijmirovî ne û divê bi ti awayî neyên qebûl.
Em weke Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) van kiryarên hovane yên çeteyên dagirkeriya Tirk li hemberî jinên dîlgirtî şermezar dikin û em dibêjin wê tola wan were hilanîn. Her wiha em bang li saziyên mafê jinan û mirovan dikin ku xwedî li van jinên ciwan ên dîl ku parastina tax û bajarê xwe dikirin derkevin. Em bi israr dibêjin divê mafê wan ên dîlbûnê were parastin.
Kiryarên ku îro çeteyên dagirkeriya Tirk li dijî van jinên ciwan ên dîl pêk tînin, di sala 2014’an de DAÎŞ’ê li Şengal, Mûsil û Reqayê pêk anîn û bi hezaran jin di bazaran de firotin. Bêguman ev jî nîşaneya hişmendiya desthidariya zilam a ku îro di şexsê DAÎŞ û çeteyên Erdogan de gihaye asta lûtkeyê. Ji ber ku herî baş ew dizanin ku jinên Kurd li hemberî van kiryarên hovane destanên qehremaniyê nivîsandine û heya dawiyê li berxwedane. Ji bo wê bi van kiryarên xwe yên dij mirovî asta dijminatiya xwe ya li hemberî jinan nîşan didin.
Di serî de Xaça Sor û Saziya Efû ya Navnetewî em bang li rêxistinên mafên jinan, li tevahî rêxistinên civakî, kesên navdar, demokratîk û azadîxwaz dikin ku xwedî li van jinên dîlgirtî derkevin û di serî de Rojhilata Navîn di asta navnetewî de rastiya teror û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê teşhîr bikin û hesaba pêwîst jê bixwazin. Em di vê mijarê de bi taybet dewleta Tirk ji van dîlgirtiyan berpirsyar dibînin.
Weke YPJ’ê em careke din bûyera dîl girtina şervanên jin ên Hêzên Parastina Şêx Meqsûd şermezar dikin û em dibêjin ku em ê di eniyên berxwedanê hesab ji dewleta Tirk a dagirker û ji çeteyên wê bixwazin. Di vê wateyê de di van rojên dîrokî ku êrîşeke berfireh li hemberî herêma me û giştî Sûriyê pêk tê, em ê di eniyên cengê yên pêş de parastina jinan û tevahî gelê xwe bikin. Her wiha em bang li tevahî jinên ciwan dikin ku li her qada ku lê ye cihê xwe di eniyên parastinê de bigrin û beşdarî nava refên YPJ’ê bibin. Encax bi vî rengî em ê karibin xwe û xaka xwe biparêzin.”