Ji Berxwedana Efrînê çend wêne....

Li Efrînê ku şerê îradeyê tê kirin, Berxwedana Serdemê 50 roj li pey xwe hişt.

Li Efrînê ‘Berxwedana Serdemê’ ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk di roja 50’î de ye. Li dijî balefirên şer û teknolojiya herî dawî li Efrînê şerê îradeyê tê kirin û berê hemû kesê li serketinê ye.

Li hemû cihan welatî bi tilîliyan nîşaneya serkeftinê dikin û  hevdu silav dikin, li kolanên Efrînê, di merasîmên cenazeyan de û li her cihî strana “ Serkeftin, serkeftin, serkeftin karê me ye” bi biryarbûna Efrînê nîşan dide.