BERXWEDANA EFRÎNÊ DI ROJA 49'AN DE YE

Êrîşên artêşa Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê ev 49 roj in didomin. Gelê Efrîn û şervanên YPG/YPJ'ê li dijî tank, top, balafir û çeteyên dewleta Tirk bi rengekî dîrokî li ber xwe didin.

22:11

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombeyan li gundên Celemê û Çeqela Cumê  yên herêma Cindirêsê dibarîne...

21:45

Şer li gundên Şiyê dijwar e: 7 leşker hatin kuştin

Di navbera gundên Şikefta û Turmîşa yên girêdayî navçeya Şiyê ya Efrînê de, navbera şervanên YPG/YPJ’ê û artêşa Tirk de şerekî dijwar rû da.

 

20:29

Li gundê Kora ya Cindirêsê di navbera şervanên YPG/YPJ’ê û artêşa Tirk û çeteyên wê de şerekî giran rû dide. Her wiha balefirên şer ên artêşa Tirk jî bombeyan li gund dibarîne.

18:12

Li gundê Mêremîn a Şerayê di navbera şervanên YPG/YPJ'ê û artêşa Tirk û çeteyên wê de şereke dijwar diqewime.

17:38

QSD: Di 4 rojan de 313 leşker û çete hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê encamên şer û berxwedana li Efrînê ya 24 seatên dawîn eşkere kir. QSD’ê ragihand ku li gundê Metîna 7 çeteyên Tirk hatine kuştin.

 

16:48

Bi merasîmeke heybet cenazeyê şehîdên Berxwedana Serdemê spartin axê

Li Efrînê bi tevlîbûna hezaran welatiyan cenazeyên 19 şehîdên Berxwedana Serdemê bi merasîmeke heybet ve li Şehîdgeha Şehîd Avesta Xabûr spartin axê.

 

16:47

YPG: Îlan Dara bû şopdarê rêya Avesta û Arînan

Fermandariya YPG’ê ya Efîrînê nasnameya şervanê xwe yê ku li Cindirêsê çalakiya fedayî lidarxistibû, eşkere kir.

15:34

Li eniyên Cindirês-Şera-Bilbilê bi sedan dagirker hatin kuştin

Hate ragihandin ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, di berxwedanê de, li eniya Bilbilê, Şera û Cindirêzê bi sedan dagirker hatine kuştin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyêyn QSD û YPG’ê hatine bidestxistin, Di şerê çar rojê dawî de, yên li eniya Bilbilê, Şera, Cinsdirê 313 leşker û çeteyên Tirk hatine kuştin Çeteyên ku dewleta Tirk bi wan re ketiye nava tevgerê ji El Kaîde û DAIŞ’ê pêk tê.

15:23

Nasnameya 12 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ hate eşkerekirin

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê nasnameya 12 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ ya li Efrînê eşkere kir.

 

14:32

 

14:23

Gelê ku xwe gihand Efrînê: Hûn ê nikaribin berxwedana me bişikînin

Bi hezaran kesên ji herêma Cizîrê hatin Efrînê gotin, êrîşên bejahî û hewayî yên artêşa Tirk a dagirker wê ti carî nikaribin îradeya wan bişikînin.

 

13:41

Şerê li derdora gundên Bukê û Baxçe yên li navçeya Bilbilê ya Efrînê dewam dike. Di şer de heta niha 10 dagirker hatin kuştin.

13:40

 

13:05

Li gundê Kefer Sefrê yê Cindirêsê di navbera şervanên YPG/YPJ û artêşa Tirk a dagirker de şerekî dijwar diqewime.

12:39

Balafirên şer ên Tirk bombeyan li gundê Meryemînê yê Şerayê dibarînin.

12:03

Li derdora gundên Bukê û Baxçe yên navçeya Bilbilê ya Efrînê di anvbera şervanên YPG/YPJ û artêşa Tirk a dagirker de şerekî dijwar diqewime. Li herêmê bomberdûmaneke giran jî heye.

11:24

Li Şerayê sivîl bûne hedef: Şehîd û birîndar hene

Di roja 49'an a êrîşên dagirker ên Tirk de cih û warê sivîl dîsa bûne hedef.

Artêşa Tirk a dagirker vê sibehê gundê Meryamînê yê navçeya Şerayê kire hedef. Gundê ku gelek sivîl lê dijîn bû hedefa obûsan.

Li gorî agahiyan ji sivîlan şehîd û birîndar hene. Ji ber bombekirina zêde hê ji gund agahiyên berfireh nehatiye wergirtin.

11:04

 

10:59

Li Şera çalakiya xurt, li Bilbilê şer

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, li gundê Mezraha yê navçeya Şera ya Efrînê, şervanên YPG/YPJ'ê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke xurt pêk anîn.

Hat ragihandin, di çalakiyê de gelek leşker û çeteyên dagirker hatin kuştin. Lê belê agahiyên berfireh li ser çalakiyê bi dest neketin.

Wekî din li gundê Baxçe yê navçeya Bilbilê, di navbera şervanên YPG/YPJ û hêzên dagirker de şerekî dijwar diqewime. Balafirên şer ên dagirkeran bombeyan li herêmê dibarînin.

Balafirên şer ên Tirk bombe li derdora gundên Girê Qaziliqe û Kefer Sefrê yên Cindirêsê barandin. Li herêmê şerekî dijwar diqewime.

Êrîşên artêşa Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê roja 20'ê Çileyê dest pê kirin ev 49 roj in bê navber dewam dikin.

10:58