DKP: Hevrêyên me Cem Özdemîr û Görkem Tuğal nemir in

DKP’ê ragihand ku şervanên DKP’ê Huseyîn Cem Özdemîr û Görkem Tuğal di Berxwedana Serdemê de, li Efrînê li dijî êrîşên dagirkerên dewletaTirk, dema ku şer dikirin şehîd bûne.

Partiya Komunaran a Şoreşger daxuyaniyeke nivîskî da û got, ‘’Em li gel gelê Efrînê li dijî hêzên faşîst, ji bo azadiya gelên Tirkiyê û şoreşaTirkiyê şer dikin. Divî şerî de hevrêyên me Görkem Tuğral (Nurhak Cem) û Hüseyîn Cem Özdemîr (Bayram Alî Akdenîz) li dijî artêşa faşîst û çeteyên faşîst dema ku şer dikirin şehîd bûne’’

DKP’ê di daxuyaniya xwe de got navendê paşverû û faşîstênTirkiyê li pey Erdogan ketine xaka Rojava, ‘’Ev ne lîstik e, şer e. Ev şerekî mêtinger e. Ev şer wê dirêjbibe’.

DKP’ê biberdewamî got, ‘’Em ê careke dî bibîn ku ev şer bi Efrînê re ne sînordar e û ne jî yê ku êrîşê bi ser Efrînê de tîne ne tenê dewletaTirk e’ û got, ‘ev şerê hevpar ê emperyalîzma dinyayê û paşverû ye’.

DKP’ê biberdewamî bal kişande ser asta têkoşîna azadiya Kurd û got, ‘’Asta têkoşîna rizgariya netewî ya Kurd, şoreşa Rojava ku bûye sembola diyarkirina çarenûsê ya Kurdan, bûye daxwaz û bêrîkirina wê, hîmên dewletaTirk a faşîst dihejîne. Ev şer jî, tam ji ber vê sedemê şerê şikandina vîna Kurdan û radestkirina wê ye.’’

Partiya Komunaran a Şoreşger bang li hêzênşoreşger, antîfaşîst, demokrat kir û got, heke ji ew li dijî şerê dagirkirinê nekevin mewziyan, di eniya şer de cih negirin û ‘’vî şerê dagirkirinê li dijî dewleta faşîst nekin şerê navxewyî, dibe ku sibe pir dereng bibe.’’