Li Efrînê, ji ber bombeyan zarok ji ber jinên ducanî diçin

Li Efrînê ya ku bombe bi ser de dibarin gelek jinên ducanî zarok ji ber wan diçin. Yek ji wan jnan jî Zeynebê ya ji Xûmûsê ye, ku 23’ê Sibatê dema ku êşa zayinê dijî em lê rast hatibûn.

Li Efrînê ku dewleta Tirk bombeyan li ser dibarîne gelek jinên ducanî zarokên wan ji ber wan diçin. Yek ji van jî Zeynebê ya ji Xûmûsê ye, ku 23’yê Sibatê li şikeftê arincên zayinê dijî.

Duh li gundê ku me ziyaret kirî em hîn bûn ku bebika 7 mehî ya Zeynebê ji ber çûye.

Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê herî pir bandorê li ser jin û zarokan dike. Di êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê El Qaîde de, ku ji 20’ê Çile ve dane destpêkirin, di vna 50 rojan de 35 jê zarok, 29 jê jin, 232 sivîl hatin kuştin û her wiha 90 jê zarok, 100 jê jin, 668 sivîl jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên Konseya Tenduristiyê ya Kantona Efrînê, ji ber bombekirina dewleta Tirk a bi balafirên şer û çekên giran, gelek zarok ji ber jinan çûn.

23’yê Sibatê dema ku me seriyek dabû şikeftekê, Zeynebê di bin lihêfekê de êşa zayinê dijî, duh li gundê ku em çûnê, em hîn bûn ku zaroka Zeynebê ji ber çûye.

Cîranê Zeynebê dibêjin, ku Zeynebê ji ber şerê navxwe yê li Sûriyê ji Xûmûsê  hatibû Efrînê û bebika wê ya 7 mehî ji ber çûye.

Fatma Cemîl, di serdena me ya bihurî re piştî ku got, ‘’Hûn rojnamevan in?’’ û bang li şikeftê kir ku Zeynebê êşa zayinê dijî û gotibû, ‘’Werin vê jî qeyd bikin, dengê me bigihînin hemû cîhanê, bila cîhan bibîne bê ka Erdoğan çi bi sere me aniye’ vê carê jî Fatma Cemîl agahiyê dide ku zaroka Zeynebê ji ber çûye.

Fatma Cemîl wiha dibêje: ‘’Ey Erdoğan, ti baweriya bi kitêban, bi dîn tine? Te zarokê ku hê çênebûyî kuşt. Min dev ji wawn berda, qey zarokên te nîn in? Ti zalimekî çawa yî. Bila Xwedê bela te bide te.’’