QSD: Di 4 rojan de 313 leşker û çete hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê encamên şer û berxwedana li Efrînê ya 24 seatên dawîn eşkere kir. QSD’ê ragihand ku li gundê Metîna 7 çeteyên Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyeke nivîskî encama êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên 24 saetên dawî li ser Efrînê û berxwedaniya hêzên wan li hemberî van êrîşan eşkere kir.

QSD’ê di daxuyaniyeê de ev tişt diyar kir;

“Tevî biryara agirbestê ya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî biryara, lê dewleta Tirk hê jî biryarên navnetewî bin pê dike û bi hemû çekên giran, êrîşên hawayî li dijî gelê me bi kar tîne û gelê me li beramberî qirkirinekê rû bi rû dihêle. Li ser vê yekê hêzên me neçar in ku li hemberî van dijminan mafê parastina rewa bi cih bînin.

EFRÎN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hedefkirina herêmên sivîlan ên di nava bajar de didomîne. Duh bi şev top li taxa Tirindê ketin, di encamê de ji malbatekê 3 zarok şehîd bûn.

ŞERA

Hêzên me duh nîvro, tevgera artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê (Cebhet El-Nusra/DAIŞ) li derdora gundê Metîna şopand û bi wan re ketin nava şer de, di encamê de 7 çete di nav de leşkerên Tirk hatin kuştin.

* Derdora gundê Mereskê şer di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hetanî saetên derengî şevê dewam kir, dijmin derbeyên giran xwarin û windahiyên wan ên cane çêbûn.

* Saet 4‘ê bi şevê, balefirên dagirkeriya Tirkiyê gundê Meryemîn, Qortoqlaqê, Qere Tepe bombeberan kirin, 10 bombe li gund barandin, di heman dema bombebaranê de, çekên giran hatin bikaranîn û li derdora gundên navborî jî şer hebû.

Di encama bombebaranê de, hejmareke sivîl bûne qurbanî, her wiha firneya gund bi temamî hate rûxandin. Topbaran heta amadekirina raporê dewam dike.

* Balafirên dagirkeriya Tirkiyê derdora Vêlat El-Qadî yê li beramberî Meryemînê bombebaran û topbaran kirin, li vê eniyê şer rû da.

*Li derdora gundê El-Mezre, hêzên me tevgera komeke leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê şopand û şer derket. Di encama şerê li vir de derbe li komê hate xistin û kuştî û birîndarên wan çêbûn.

CINDIRÊSÊ

Ji helwestên din ên berxwedanî û fedekariyê; yek ji şervanên me bi artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê (Cebhet El-Nusra/DAIŞ) şer kir û bi rojan şer dewam kir, bêyî ku yek gavê paş de bavêje û helwesta xwe ya şoreşgerî li hemberî dagirkeriyê diyar kir û bê teredud li ber xwe da, heta ku çete nêzî wî bûn, texmîn kirin ku ew ê karibin bi sax wî bigirin, şervanê me xwe di nava wan de teqand û bi vê çalakiya xwe nîşa dijmin da ku ev xak, xaka fedekaran e.

* Balafirên dagirkeriya Tirkiyê, ji vê sibehê ve derdora girê Qazleq û gundê Kefer Sefra bombebaran û topbaran kirin. Her wiha li herêmê şerekî dijwar qewimî. Şerrvanên me diyar kirin ku hejmarek çete hatine kuştin. Şer heta amadekirina vê raporê berdewam dike.

BILBILÊ

Ji vê sibehê heta niha li gundê Baxçe di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de şerekî dijwar heye. Di heman demê de, balefirên şer herêmê bombebaran dike.

* Şerê li gundê Bûkê û Sariya didome. Li gorî agahiyên destpêkê di şerê ku heta vê kêliyê didome de bi kêmanî 10 çete hatin kuştin.

* Hêjaya bi bîrxistin ku di nava 4 rojan de li eniyên Cindirêsê, Şera, Bilbilê 313 leşkerên Tirk û çeteyên wê hatin kuştin.”