Navenda bajarê Efrînê tê bombeberan kirin

Balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombeyan li navenda bajarê Efrînê dibarîne.

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di roja 50’î de didomin. Artêşa dagirker di van êrîşan de jîngehên sivîlan dike hedef.

 Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin di van kêliyan de balefirên artêşa Tirk a dagirker bombeyan li navenda bajarê Efrînê dibarîne.

Balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker heta niha bombeyan li navenda bajêr dibarîne. Di êrîşên dagirkeriyê de heya niha zêdetirî 200 sivîl hatine qetilkirin.