Cenazeyê şervanê YPG’ê Xelef hate veşartin

Welatiyên navçeya Şedadê û gundewarên wê cenazeyê şervanê YPG’ê Xelef Humis (Şam) bi merasîmekê li goristana şehîdan a navçeyên spartin axê.

Bi sedan welatiyên Şedadê cenazeyê şervanê YPG’ê Xelef Humis (Şam) ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbû, ji navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi navçeya Şedadê ve ketin rê.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên azadiyê deqîqeyekê rêz hate girtin û ji aliyê şervanên YPG/YPJ’ê ve merasîmeke leşkerî hate lidarxsitin. Piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê Sîham El-Ehmed axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest, got ku serketinên li Rojava û Bakurê Sûriyeyê bi saya xwîna şehîdan pêk hatiye.

Fermandarê YPG’ê Mecîd Şedadê jî axivî û wiha got; “Berxwedana Efrînê bi saya hevgirtina gel û şervanên wê bi tekez bi ser bikeve. Hemû şervanên me amade ne biçin Efrînê û li dijî êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê, Efrînê biparêzin.”

Di dawiyê de nasnameya şehîd Şam hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin. Şervanan darbesta şehîd li ser milan kirin û bi dirûşmeyan spartin axê.