TEV-DEM: Dewleta Tirk dema ku winda dike, dest bi fitneyê dike

TEV-DEM'ê ragihand ku dewleta Tirk hewl dide gelên li Efrînê berde hev û bang li cerdevanan jî kir ku tevlî êrîşê nebin.

Der barê berxwedana serdemê ya Efrînê de ev 26 roj in li dijî hovîtî û dagirkeriya dewleta Tirk dewam dike, Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya TEV-DEM’ê wiha ye:

"Li gel têkşikandin û têkçûnên artêşa dagirker a Tirkiyeyê û çeteyên wê li Efrînê, Erdogan siyasetên xwe yên dijberiya yekîtiya gelan û têkoşîna wan ber bi azadiyê ve dewam dike. Erdogan ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve hewl dide fitne û tevliheviyan di nava pêkhateyên Sûriyeyê de derbixîne. Sala 2015’an dema ku şervanên YPG’ê û YPJ’ê bajarê Girê Spî ji destê DAIŞ’ê rizgar kirin, Erdogan dest bi derewan kir û îdîa kir ku YPG’ê siyaseta qirkirinê dimeşîne, lê bi saya berxwedana pêkhateyên herêmê hemû îdîayên Erdogan vala hatin derxistin.

Projeya demokratîk ku pêkhateyên herêmê didin meşandin metirsiya herî mezin li hemberî siyasetên Erdogan e ji ber vê yekê hewl dide fitne û tevliheviyan di nava pêkhateyan de derbixîne û ev siyaseta wî berdewama siyaseta Osmaniyan li dijî yekîtiya gelan e. Li Efrînê Erdogan hin kesên ku xwe weke opozîsyona Sûriyeyê bi nav dikin bikar tîne û li dijî Efrînê dide xebitandin. Armanca Erdogan ji vê yekê jî eşkere û zelal e ku di navbera pêkhateya Kurd û Ereb de tevliheviyan derbixîne û di encamê de aloziya Sûriyeyê dijwartir bike.

Li Kurdistanê jî Erdogan hewl dide nakokiyan zêde bike û piştî ku hemû hewldanên wî têk çûn hin kesên xwefiroş di bin navê (parêzvanên gundan) de di êrîşên li dijî Efrînê de dane xebitandin, ango pilana şerê dijmin li dijî dijmin dide meşandin û têkçûna aliyekî ji wan ji bo wî serketineke erênî ye.

Em weke Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)  di heman demê de piştrast dikin ku em ê projeya xwe ya federaliya di navbera gelan de berdewam bikin. Em ti carî van kiryarên fitneyan di nava pêkhateyan de û bi taybet li hemberî gelê Ereb ku girêdana me bi wan re dîrokî ye qebûl nakin. Em bang li van kesên Kurd ên di bin navê (cerdevanên gundan) de dixebitin dikin ku eger hûn fikr û daxwazên me qebûl nakin, beşdarî şerê Tirkiyeyê li dijî gelê Kurd jî nebin. Li Efrînê dewleta Tirk têk diçe û hejmara kuştiyên wê zêde dibin û Tirkiye zarokên we ber bi mirinê ve dişîne û ji siyasetên Erdogan re nebin sotemeniya şer."