Hêzên dagirker bombeyan li navenda Cindirêsê dibarînin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, ev 26 roj in êrîşî Efrînê dikin. Hêzên dagirker bombeyan li navenda navçeya Cindirêsê dibarînin.

Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe bi hawan û obusan bombeyan li navenda navçeya Cindirêsê ya Efrînê dibarîne.

Bomberdûman li cih û warê sivîlan tê kirin û hê jî dewam dike.