Vaye zurriyeta 'çeteya milî' ya Erdogan

Dewleta Tirk bi soza "Bi girtina Efrînê re Îdlib û herêma Mertala Firatê bike yek û bi xwe ve girê bide" berê çeteyên xwe daye Efrînê. Ji van komên çete yên ji aliyê MÎT'ê ve hatin avakirin li eniya paş in, yên dikarin bibin 'pirsgirêk' li eniya pêş in.

Komên çeteyan ên ku dewleta Tirk di hewldana xwe ya dagirkirina Efrînê de bikar tîne û Tayyîp Erdogan ew weke "Kûvayî Millî ya Sûriyeyê" binav kirin, gelo kî ne? Di nava van koman de kî cih digrin. Ev pirs hê jî di rojevê de ne. ANF'ê derbarê mijarê de agahiyên girîng bidest xistin. Çeteyên ji komên weke DAÎŞ, El Nusra û Ehrar El Şam ên ji El Qaîde hatine hevdan çend kes in, çiqas muçe digrin, kî ne? Em ê bersiva van pirsan bi wê re parve bikin.

Çeteyên ku dewleta Tirk di hewldana dagirkeriya Efrînê de bikar tîne berî niha di çarçoveya bernameya "perwerde û bi çek bike" de hatibûn perwerdekirin. Ev bername ji aliyê DYA û Tirkiyê dihate meşandin. Gelekî balkêş e ku çete di êrîşên bi ser Efrînê de fuzeyên Grad û Tow ên DYA bikar tînin.

Dewleta Tirkiyê ji komên çekdar re ew soz daye ku herêma Ezaz-Cerablus-Babê bighîne hev, li vir xweseriyekê ava bike û bi wext re biqulibîne dewleteke Sunî. Ev komên çekdar ji 4 milên bingehîn pêk tên: komên bernameya perwerde û bi çek bike, komên Sultan Murad Tugay ên Tirkiyê alîkariya wan dike, komên herêmî û komên Tirkiyê ava kirine.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, ji nav van koman ên ji bo Tirkiyê "pirskirêkan derdixin" di hewldana dagirkirina Efrînê de didin êniyên pêş. Komên weke Lîwayên Sultan Murad, Nuxbe, Fatîh Sultan Mehmed û Ceyşul Ehfed jî ji bo hêza xwe biparêzin, wan didin cepheyên paş an jî cepheyên şer û pevçûn li wan zêde nîne.

Dewleta Tirk bi tevgera dagirkeriyê ya bi navê "Mertalê Firatê" kete herêma Ezaz, Cerablus û Babê, li vir 20 komên çeteyan bicihkirin. Agahiyên derbarê hejamara van çeteyan, ji kê ne, çiqas muçe digrin û kîjan sîlah di destê wan de hene wiha ye:

KOMÊN BERNAMEYA PERWERDE-BIÇEK BIKE

Dewleta Tirk û DYA bi îdîaya ku li Sûrî Esad ji desthilatdariyê daxînin, bernameya "perwerde-biçek bike" dabûn destpêkirin. Di çarçoveya vê bernameyê de 3 komên bingehîn hatin perwerdekrîn û biçekkirin. 

1- Koma Lîva 51

Ev kom ji 320 kesan pêk tê, li gundê Şemarîn, Sîco û li ser rêya Ezazê bi giştî 3 kampên wan hene.

2- Lîva Muttasim:

300 endamên vê komê hene, li Şemarîn, Sîco û Marê giştîi 3 kampên wê hene.

3- Lîva El Hemzet: 

Ev kom di nav komên ku Pentagon alîkariya wan dike de, koma herî mezin e. Herwiha Tirkiyê jî piştgiriyê didiyê. 750 endamên vê komê hene. Berî 3 rojan ji bo hewldana dagirkirina Efrînê 500 ji wan şande herêmê.

Li Hawar, Kîlîs, Kendura, Bizea û Çereya Yaşe kampên vê komê hene, fuzeyên Grad jî di nav de gelek çekên wê yên giran hene. Tê gotin ku her endamê vê komê ji Pentagonê mehane 250 dolar muçe digre.

KOMÊN GIRÊDAYÎ LÎWA SULTAN MURAT

Endamê MÎT'a Tirk Fehîm Îsa li ser vê lîwayê disekine û ev lîwa ji 5 komên bingehîn pêk tê. Ev koma ji aliyê MÎT'a Tirk ve tê sewq û îdarekirin li gundê Hawar Kîlîs û derdora wê hatine bicihkirin.

1- Lîwaya Sultan Murad:

MÎT'a Tirk di destpêka şerê Sûriyê de ev kom birêxistin kir û tê diyarkirin ku 500 endamê wê hene, xwedî gelek sîlehên giran e. Li herema ku bi "Mertala Firatê" hatine dagirkirin hêzên serdest in. Ji Tirkiyê alîkariyên mezin digre, herwiha di rêya navbera Efrîn û Mimbicêde bertîlan digre û her endamê wê 100 dolar muçe digre.

2- Taburên Suleyman Şah

250 endamên vê komê hene û serçeteyê bi navê Ebû Emşe li ser komê disekine. Koma xwedî gelek sîlah û cebilxane ye, xwe bi dizî û talanê fînanse dike.

3- Sîkur Cebel

500 endamên vê komê hene yên ku berî niha di nav komên cuda de cih girtine.

4- Ceyşul Nuxbe

350 endamên vê komê hene û di destê wan de hê zêdetir sîlêhên sivik hene.

5- Ehrar Şerqiye

Ev koma weke Şihîtat tê binavkirin ji çeteyên Dêra Zorê pêk tê. Li Dêra Zorê jî DAIŞ'ê veqetiyan û piştî ku hatin derdora Îdlîb û Helebê, tevlî Mertala Firatê bûn. Ev kom ji Fehîm Îsa yê li ser Sultan Murad e alîkariyê digre û 250 endamên wê di nav Sultan Muradê de cih digrin. Wekî din komeke wê ya ji 200 kesî pêk tê heye û li gorî komên din ev kom di şer û pevçûnan de zêdetir derdikeve pêş.

KOMÊN HERÊMÎ

6 komên ji yekîneyên herêmê pêk tên têne naskirin. Ji ber ku ev hezên herêmî ne, berî niha car caran bi komên ji Tirkiyê piştgiriyê digrin re ketine nav şer û pevçûnan.

1- Cephe Şemiye: 

Ji komên herêmî ev koma herî mezin e. Li gorî agahiyan ev kom ji 200 kesan pêk tê û di destê komê de sîlêhên weke fuzeyên TOW, top û doçkayên 23 hene. Mehane 90 dolar muçe digrin. Di navbera vê komê û Sulatan Murad de hertim nakokî hene.

2- Ehrar El Şam

Ji du milan pêk tê, Ezaz û Cerablus. Milê Ezaz ji 250 kesî û yê Cerablus ji 200 kesî pêk tê. Sîlehên giran di destê komê de hene. Hêza wan a easî li Îdlîbêe ye.

3- Essafa İslami: 

Li sînorê Efrînê ye û ji 150 kesî pêk tê.

4- Firkeya Şîmaliye: 

Ji 60 kesî pêk tê û çeteyekî bi navê Muqadem Ebû Mehmûd li ser disekine. Ev koma li Şemarînê hatiye bicihkirin, dabara xwe zêdetir bi diziyê dike.

5- Firkaya 23'emîn:

350 çeteyên koma di êrîşên Efrînê de cih digre heye û çekên wan lewaz in.

6- Feylaq El Şam: 

Ev kom hê zêdetir li derdora Ezaz hatiye bicihkirin. Hejmara komê derdora hezarî tê payîn û li gorî agaiyan her çete mehane 100 dolar muçe digre.

KOMÊN KU DEWLETA TIRK EW ÇÊKIRINE

Dewleta Tirk 4 komên bingehîn ji çeteyên quliband ava kir.

1- Semerkant 

Tê payîn ku hejmara wan 450 e û dewleta Tirk hemû pêwistiyên wan bi cih tîne.

2- Talayan Nesr

Ji 500 kesî pêk tê û dewleta Tirk wan fînanse dike.

3- Ceyşul Ehfed

Ev koma çeteyan ji du milan pêk tê. Li ser milê yekem Neher Nehîmî disekine û hejmara wê 500 e. Li ser milê duyem jî çeteyekî bi navê Hecî Hisên Gaud disekine û hê zêdetir Mimbicî tê de cih digrin.

4- Tabura Fatîh Sultan Mehmet:

500 endamên vê komê hene û her endamekî wê 300 dolar muçe digre. Çekên wan sîlehên sivik in, lê herwiha ji çekên giran ê Tirkiyê sûdê werdigrin. Di vê komê de kesên ku berî niha di rejîma Sûriyê de eskerî kirine cih digrin. Du subayên kevin ên artêşa Sûrî ji wan re komutaniyê dikin. Wêkî din ji îstîxbarata Tirkiyê jî tê de kesek cih digre.