Oldarên Sûriye: Li dijî qetlîamên li Efrînê banga rawestandina êrîşan kirin

Oldarên hemû pêkhateyên li Sûriye, têkildarî êrîşên dewleta Tirk û çeteyê wê ya li ser Efrînê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de êrîş hatin şermezarkirin û li ji bo rawestandina êrîşan bang li hêzên navneteweyî kirin.

Hemû oldarên pêkhateyên li Sûriye (Misilman, Êzidî û Xiristiyan) li dijî êrîş û qetlîamên li hember welatiyên sivîl daxuyaniyek da û êrîş bi tundî şermezar kirin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Ji bo rawestandina êrîş û qetlîamên li hember sivîlên li Efrînê divê hêzên navneteweyî bikevin nava tevgerê û divê li dadgehên navneteweyî hesab ji Erdogan bixwazin.”

Oldarên hemû pêkhateyên li Sûriye îro li ber avahiya MSD’ê ya bajarokê Eyn Îsa kombûn û daxuyaniyek hevpar dan.

Oldaran di daxuyaniya xwe de ev tişt anîn ziman:

“Nêzî meheke dewleta Tirk û terorîstên wê yên DAIŞ û Cebhet El-Nusra, her wiha komên terorîst ên din êrîşî herêma Efrînê a bi ewle dikin. Di êrîşa xwe de hemû cûreyên çekan bikar tînin. Erdogan beriya dest bi êrîşê bike, got ku wê Efrîn li ser serê welatiyên wê birûxîne. Ev daxuyaniyên wiha tenê ji dîktatoran derdikevin. Di heman demê de ferman da meleyên mizgeftan ku ayeta Fatîha wekî piştgiriya şerê li dijî Efrînê bixwîn in. Ji aliyekî din ve jî qanûnek derxistin û her kesê li dijî wan derkeve bixin zindanê.

Erdogan îdîa dike ku nûnertiya fikirê Îslamê dike, lê ti mercên Îslamê pêk naîne û baweriya wî bi xudê jî nayê.

Çiqas ruhên bê guneh bi destê AKP hatin qetilkirin, niha jî pîlan dike ku DAIŞ, Nusra û komên din dixwaze li Efrînê bi cih bike. Wê şêniyên wê yên resen bide koçberkirin, wiha jî wê bike bargeha teroristan. Erdogan jî wiha daxuyakirin û got ku wê 3 milyon û nîv koçberên din ên Sûriyê li Efrînê bi cih bike.

Dem em dengê xwe bilind bikin, bang li saziyên Îslamî dikin ku zextê li hikûmeta AKP bikin û jê bixwazin ku êrîşa xwe ya li ser Efrînê rawestîne, .

Em bang li NY, Perlamtoya Ewropa û Hêzên Koalsîyona Li dijî DAIŞ dikin ku helwesteke hişt nîşanî êrîşa artêşa Tirk, komên Qaîda û DAIŞê ya li ser Efrînê bidin.

Dîsa em bang li welatiyên Ewropa dijîn jî dikin ku zextê li hikûmeta Tirk bikin, ji ber ku ev teror ji bo we jî xeter e. Di dîmena de baş xuya dike ku komên li gel dewleta Tirk êrîş dikin DAIŞ’î ne. Dewleta Tirk ew perwerde kirine û êrîşî Efrîn û Bakurê Sûriye dike.”