Cenazeyê 21 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ hatin veşartin

Welatiyên Efrînê bi merasîmeke bi heybet cenazeyê 20 şervan û sivîlekî li Goristana Şehîd Avesta Xabûr spartin axê.

Berxwedana serdemê ya Efrînê li dijî hovîtiya artêşa dagirker a Tirkiyeyê û komên çete yên girêdayî wê, di roja 26’an de didome. Welatiyên Efrînê îro cenazeyên 21 şervanên YPG’ê, YPJ’ê, HPC’ê û welatiyekî sivîl bi merasîmeke bi heybet li Goristana Şehîd Avesta Xabûr a li gundê Kefer Şîlê ya Efrînê spartin axê. Welatiyan di merasîmê de wêneyên şehîdan bilind kirin û dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re berz kirin.

Welatiyan piştî ku cenazeyên şehîdan ji nexweşxaneyên wergirtin di nava kolanên bajêr re geriyan û li qada bajêr rawestiyan û merasîmek lidarxistin. Di merasîmê de li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Mehmûd Cafer axivî û wiha got:  “Bi saya fedakariya şehîdan hovîtiya artêşa dagirker a Tirkiyeyê û komên çete yên girêdayî wê li dijî welatiyên herêmê tê şikandin. Em soz didin ku em ê şopdarên rêya şehîdan bimînin.”

Di merasîmê de Endamê Rêveberiya Meclîsa Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Dijwar Ehmed got ku artêşa dagirker a Tirkiyeyê û komên çete yên girêdayî wê, ev 26 roj in bê navber bi hemû hêz û teknolojiya xwe ya leşkerî hewl didin armancên xwe li herêmê pêk bînin. Lê bi saya şervanên azadiyê û îradeya gelê herêmê hemû hewldanên wan tê pûçkirin.

Di dawiya merasîmê de welatiyan cenazeyên şehîdan li ser milên xwe kirin û di nava tilîliyên dayîkan û dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ berê xwe dan Goristana Şehîd Avesta Xabûr.

Cenazeyê van şervanan hate veşartin:

Şehîdên YPG’ê: “Serhed Zafir (Awaz Xebat), Ebas Elî (Bakur Kobanê), Şiyar Reşîd (Çekdar Rojhilat), Îbrahîm Hemo (Cigerxwîn), Yûsif Mihemed (Delîl Amara), Hisên Cemalî (Dilşêr), Ebdo Hemo (Doxan Serhildan), Heyder Elî (Egîd Mezlûm), Azda Bawer, Mihemed Qoş (Birûsk Efrîn), Mihemed Hesen (Şoreş Amanos), Sîpan Elî (Zana Zagors), Nûrî Çîlo (Êrîş Efrîn), Mihemed Elî (Şiyar Zagros) û Neşat Hesen (Wîdad Dilşêr).”

Şehîdên HPC’ê: “Kawa Şahîn (Kawa), Ciwan Hemo (Ciwan), Demhat Qenber (Demhat) û Ebdik Fûzî.”

Şehîdê sivîl: Ridwan Hisên.