Cenazeyê şervanê YPG’ê Ebdulqadir hate veşartin
Welatiyên Girê Spî bi merasîmekê cenazeyê şervanê YPG’ê Mehmûd Ebdulqadir (Cegerxwîn) ê dema erka xwe pêk tanî li Reqayê şehîd bû, li Goristana Şehîd Mehmûd Time veşartin.
Welatiyên Girê Spî bi merasîmekê cenazeyê şervanê YPG’ê Mehmûd Ebdulqadir (Cegerxwîn) ê dema erka xwe pêk tanî li Reqayê şehîd bû, li Goristana Şehîd Mehmûd Time veşartin.
Bi sedan welatiyên Girê Spî cenazeyê şervanê YPG’ê Mehmûd Ebdulqadir (Cigerxwîn) ê dema erka xwe ya leşkerî li bajarê Reqayê pêk tanî ku di encama teqîna mayînê de şehîd bû, bi merasîmekê li Goristana şehîd Mehmûd Tima veşartin.
Nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Girê Spî, Kongreya Star û saziyên bajar û şervanên YPG/YPJ’ê jî beşdarî merasîmê bûn.
Di merasîmê de girseya gel alên TEV-DEM, QSD, YPG, YPJ, alên saziya malabtên şehîdan û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah OCalan vekiribûn.
Merasm bi rêzgirtinê destpê kir û paşê rêzgirtina leşkerî ji aliyê şervanên Erka Xweparstinê hate lidarxistin. Di berdewama merasîmê de jî gelek axaftin hatin kirin. Hevserokê Meclîsa Katona Girê SPî Hemdan El-Ebdid axivî û got: “Di destpêkê de em sersaxî ji malbata şehîd û ji xwe re dixwazin. Ew şehîdên biratiya gelan û jiyana hevbeş in.”
Di berdewama merasîmê de li ser navê Kongreya Star Werde Muslim axivî û got ku şehîdên azadiyê ji bo azadiya gelan cane xwe feda kirine û wiha dom kir:”Em sersaxiyê ji malbata şehîd Cegerxwîn re dixwazin. Em soz didin ku em ê şopdarên riya wan bikin û herêmên xwe biparzêzin.”
Piştî axaftinan sicîlê şehîd Cigerxwîn hate xwendin û radestî malbatên hate kirin.
Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê şehîd bi diruşmeyan spartin axê.