Vegera welatiyên Reqayê ji bo malên xwe didome

Welatiyên Reqayê vedigerin bajarê xwe Reqa ya ku ji çeteyên DAIŞ’ê hatibû rizgarkirin û paqijkirin. Welatiyên Reqa yên li Kampa Eyn Îsa dijîn piştî ku bermahiyên çeteyên DAIŞ’ê tê paqijkirin vedigerin malên xwe.

Xebatên  Komîteya Jinûve Avakirina Reqayê û rêxistinên navdewletî  yên paqijkirina mayînan li Reqayê didomin. Piştî ku ragihandina paqijkirina malan ji mayînan û bi dawî bûna xebatên lêgerînê beşek ji welatiyên Reqayê yên li Kampa Eyn Îsa vegeriyan ser malên xwe.

Berpirsên kampê ragihandin ku ji serê sala 2018’an ve 492 malbat vegeriyane Reqayê.

Yek ji berpirsên Kampa Eyn Îsa Celal El Eyaf diyarkir ku her roja diçe hejmara welatiyên Reqa yên li kampê kêm dibin. El Eyaf diyarkir ku piştî  bajarê Reqa hate rizgarkirin vegera malan zêde bûne û kampa ku şêniya wê 30 hezar kes niha bûye 17 hezar kes.

Meclîsa Sivîl a Reqayê hefteya derbasbûyî ragihandîbû ku taxên Meşleb, Mefreq El Cezara, Mefreq El Hewsiye, Teyar û Rimela herêmên bi ewle ne.