Fermandarê Ceyş El Siwar Ehmed: Tirkan li Efrînê hesabê şaş kirin

Fermandarê Ceyş El Siwar Ehmed: Tirkan amadekariyeke mezin ji vî şerî re kirin û her tiştên xwe danîn holê. Dem û cihê destpêkirina şer jî diyar kirin. Lê belê wê nikaribe biryara çawa û dema qedandina şer bidin.

Fermandarê Giştî yê Ceyş El Siwar (Artêşa Şoreşgeran) Hecî Ehmed êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê ji ANF'ê re nirxand.

Hecî Ehmed bi bîr xist ku rêveberiya dewleta Tirk, daîreya şerê taybet û teorîsyenên wan zûdeyî amadekarî û propaganda ji vî şerî re dikirin û got, "Bi vê yekê re li nava raya giştî ya hundir û derve zemîna vê yekê amade kirin. Li gorî hesabên wan wê ev operasyon di demeke kin de biqediya. Ketin dû xeyaleke wiha. Ji bo vê jî gelekî hewl dan. Hemû derfetên dewletê seferber kirin. Bi hestên neteweperestiyê lîstin. Ne tenê li nava siyasetê, her wiha nêrîna 'rizgariya welêt bi dagirkirina Efrînê dibe' xistin nava civakê. Ji xwe Erdogan ji ber vê yekê digot, 'em ê di nava hefteyekê de biqedînin'. Teorîsyen û serkêşê vî karî Erdogan ji vê bawer kiribû. Baş bi amadekariyên xwe zanîbû. Ev yek bi vî rengî nîşanî cîhanê dan.

Di vir de rewşeke wiha heye: Tu dikare dema destpêkirina şerekî diyar bike, lê belê dema qedandina wê tu nikarî diyar bike. Wan dema qedandinê jî îlan kirin. Rêveçûna şer di destê de ye, lê derketin ne di destê te de ye. Şer hemû bi vî rengî ne. Erdogan di vir de şaşitî kir, Tirkan di wir de şaşitî kirin."

Ehmed diyar kir ku Tirkan baş hesab nekirin bê bi ruhê berxwedanê wê li Efrînê nerazîbûneke çawa bê nîşandan û wiha dewam kir: "Ji ber vê yekê hesabên wan pûç bûn. Lewma ev şer ji bo wan dirêj bû û wê dirêjtir bibe. Ev yek her wiha wê bibe sedem ku hêz û gelê li vir bêhtir atomîze bibe. Niha dibêjin, 'operasyon ji ber sivîlan bi baldarî didome'. Li gorî hesabê wan ê destpêkê, dema ku ketin hundir wê herî kêm 50 ji sedî yê sivîlan bajar vala bikira. Hesabeke wiha kirin. Hin ajan, sîxur û bazirganan baweriyeke wiha dan wan. Lê belê dilsoziya gelê berxwedêr bi axa Efrînê fêhm nekirin. Şaş xwendin. Ji ber vê yekê jî li bin guhê dîwêr ketin."

Fermandarê Ceyş El Siwar bi bîr xist ku dewleta Tirk hewl dide bingeheke meşrû ji vî şerî re amade bike û got, "Di vê çarçoveyê de îdîa dikin ku 'gelê li vir di nava zext û zordariyê de ye, naxwaze ji aliyê rêveberiyeke zordar ve bê birêvebirin û ew jî bi desteka artêşa azad gelê li vir rizgar dikin'. Lê belê li holê artêşeke azad nîne. Ji xwe tiştekî bi navê artêş azad nemaye. Piştî Helebê têk çûbûn. Tirk bi bikaranîna vî navî hewl dan qadeke rewa ava bikin. Lê belê dirêjbûna dema şer tê wê wateyê ku ev zemîna meşrûiyetê ya Tirkan ji holê rabûye û şer êdî bûye mijara nîqaşê. Tê lêpirsîn. El Nûsra, El Qaîde û DAÎŞ'iyên ji Reqa û Dêra Zor reviyan xistin nava tişta bi navê artêş azad."

Hecî Ehmed got, dibe ku niha beşek ji axa Efrînê windakirî xuya dike, dibe ku hinekî din jî winda bike û mirovên wê jiyana xwe ji dest bidin, ji ber ku şerekî gelekî mezin diqewime û got, "Yekane sedema êrîşa li ser sivîlan, bêmirovhiştina herêmê ye. Di şer de ji ziyanê wêdetir meşrûiyeta şer girîng e. Ev şerê Tirkan ne meşrû ye. Dewletên mezin ji ber ku berjewendiyên xwe tê de hene bêdeng in.

Îdîa dikin ku Kurd Efrînê temsîl nakin, lê belê her kesên li vê derê niha li dora hêzên li vir civiyane. Ka wan digotin ev hêz me rewa ye, ka gel temsîl nedikir? Niha gel rahiştiye çekê û li dijî dagirkeriyê şer dike."

Ehmed destnîşan kir ku armanc ji êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ne YPG û PYD ye, armanc gelê Kurd û bal kişand ser daxuyaniyên Erdogan ên di vî warî de. Ehmeh wiha dewam kir: "Erdogan got, 'Em ê xwediyê rasteqîn li vir bi cih bikin'. Armanca xwe bi vî rengî eşkere kir. Qala kê dike? Qala wan çeteyên ji Helebê, Hama, Dera û gelek cihên din anîne dike. Temamiya Erebên li Efrînê piştre koç kirine. Dibêjin 8 ji sedî yê Efrînê Tirkmen e. Lê belê li Efrînê Tirkmen nîne, tenê mirovên li ser sînor dijîn bi Tirkî dizanin.

Armanca van ew e ku gundan vala bikin û çeteyan lê bi cih bikin. Ji xwe di destê me de qeyd hene. Diçin kampan, penaberan li hev dicivînin û ji wan re dibêjin, 'werin şer bikin. Ev herêm a we ye. Dema me girt, her tişt xanîmet e, li wir bi cih bibin, hûn ê bibin xwedî mal'. Bi vî rengî dixwazin demografiya herêmê biguherînin."

Fermandar Ehmed destnîşan kir ku wê bi berxwedanê diyar bibe bê ev plan bi ser bikeve yan na û got, "Çeteyên ku anîne belav dibin. Coşa hefteya destpêkê bi wan re nemaye. Ji ber vê yekê dest bi revê kirine. Ji ber ku dîtin, ya ku Tirkan ji wan re gotin û ya li vê derê hev nagire. Ji hev belav dibin. Hêza li vir jî gelê xwecihî ye. Li gundê xwe ne, li ser axa xwe ne. Malbata wan li vir e. Wê dest ji vir berdin bi ku ve biçin? Bi ku ve biçe wê bimire. Wê wextê ya herî çê ew e ku li ser axa xwe bi şeref û rûmeta xwe bimire."