Şervanên YPG/YPJ'ê: Ji felsefeya Rêbertî ditirsin

Şervanên YPJ û YPG'ê yên li eniya berxwedanê ya Dêra Zorê ne komploya navneteweyî şermezar kirin û gotin, hêzên dagirker ji ber ku ji fikrên Ocalan ditirsin êrîş dikin.

Şervanên Pêngava Bagera Cizîrê, di salvegera komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê de ji ANF'ê re axivîn.

'FELSEFEYA RÊBERÊ ME JI BO HEMÛ GELÊN BINDEST E'

CÛDÎ AGIRÎ: Îro 15'ê Sibatê ye, salvegera komploya navneteweyî. Hêzên serdest û dewleta Tirk ji ber ku ji felsefeya Rêberê me ditirse, ew dîl girtin. Ji ber ku felsefeya Rêberê me ji bo hemû gelên bindest e. Em jî weke şervanên YPG'ê felsefeya Rêbertî ji xwe re esas digirin.

Tecrîdeke giran li ser Rêberê me heye. Ked û hewldanên me ji bo azadiya Rêberê me ye. Rêber Apo rêberê hemû gelên bindest e. Û hemû hewldanên me ji bo wê ji bo azadiya Rêberê me be.

'HETA KU RÊBERTÎ AZAD BIBE EM Ê ŞER BIKIN'

ZÊRÎN QAMIŞLO: Şervanên YPJ'ê di hemû qonaxên pêngava Dêra Zorê de cih girtin û gelek êrîşên DAÎŞ'ê şikandin. Di berxwedana xwe de em felsefeya Rêber Apo esas digirin. Îro salvegera komploya navneteweyî ye û ev 19 sal in Rêberê me dîlgirtî ye. Dewleta Tirk a dagirker niha êrîşî Efrînê dike. Ev hêz ji ber ku ji fikrên Rêber Apo ditirse êrîşî Bakurê Sûriyeyê û Rojava dike. Em soz didin ku heta Rêbertî û gelê me azad bibe, em ê şer bikin.

ÊRÎŞA DEWLETA TIRK A LI SER EFRÎNÊ JI BER TIRSA JI FELSEFEYA RÊBERTÎ YE

HESEN: Rêber Apo ev 19 sal in dîlgirtî ye. Bi salane em nikarin agahiyê jê bigirin. Nerazîbûna li vê rewşê jî kêm e. Êrîşa li ser Efrînê jî pêwendiya xwe bi komploya navneteweyî re heye. Li dijî hemû destketiyên Kurdan e. Ji ber ku destketiyên Kurdan bi saya felsefeya Rêber Apo afirîn. Li pişt êrîşa artêşa Tirk a dagirker a li dijî Efrînê ev rastî heye.

NÛCAN QAMIŞLO: Li Dêra Zorê êrîşên dijmin dewam dikin. Êrîş ne tenê li Dêra Zorê, her wiha li gelek deverên Efrînê jî dijmin êrîş dike. Pêwendiya van êrîşan bi komployê heye. Ji ber ku ji nêrînên Rêberê me ditirsin êrîş dikin.

'HETA KU DEWLETA TIRK ÊRÎŞÊN XWE BIDOMÎNE, EM Ê JÎ LI BER XWE BIDIN'

SÎDAR STÊRK: Armanceke tenê ya komploya 15'ê Sibata 1999'an hebû. Ew jî; pêşîgirtina li belavbûna fikir û felsefeya Rêbertî bû. Lê ji wan nehat ku pêşî lê bigirin. Bi berxwedana şervanên azadiyê, em sala 2018'an bi felsefeya Rêbertî pêngava Dêra Zor dimeşînin. Ji bo felsefeya Rêbertî li tevahiya cîhanê belav bikin em bi xurtî li ber xwe didin.

SERHED SEYDO: 15'ê Sibatê ji bo me rojeke reş e. Dewletên serdest xwestin pêşî li belavbûna felsefe û fikrên Rêbertî bigirin. Têkoşîna yên bi felsefeya Rêbertî tevdigerin dewam dike. Şervanên YPG'ê heft salan bi felsefeya Rêbertî gelek pêngav bi rê ve birin û bi ser ketin. Li Dêra Zorê jî em bi xeta Rêbertî li dijî dijminan şer dikin. Weke şervanên YPG'ê em xeta Rêbertî ji xwe re esas digirin û em ê timî li ser vê xetê bimeşin. 15'ê Sibatê ji bo me rojeke reş e. Li dijî yên dixwazin felsefeya Rêbertî tine bikin, têkoşîna me dewam dike.

EVÎN TIL BEREK: Ev 19 sal in Rêberê me dîlgirtî ye. Eger dewleta Tirk heta niha êrîşî Rojava û Efrînê dike, ev yek ji ber tirsa wê ya ji felsefeya Rêbertî ye.