Artêşa Tirk li Efrînê 2 sivîlên din jî birîndar kirin

Di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker a li ser Efrînê de, îşev du sivîl birîndar bûne.

Hat ragihandin ku di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker a îşev li ser Efrînê kirî de, 2 sivîlên bi navê Şukrî Mihemed Mihemed (50) û Ruha Mihemed (8) birîndar bûne. Hat zanîn ku birîndar birine nexweşxanê.