Xelkê Çilaxa: Em bi QSD’ê re ne
Di çalakiya li bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê de, gel xwedî li QSD’ê derket.
Di çalakiya li bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê de, gel xwedî li QSD’ê derket.
Bi sedan şêniyên bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê li hemberî êrîşên li dijî herêmê çalakiyek lidar xist û teqezî bi girîngiya aştiyê û yekitiyê kir.
Di çalakiyê de Şêx Murşîd Maşûq Xiznewî axivî û got: "Rejîma Baasê ji bo ku welêt parçe bike fitne di navbera pêkhateyan û êlan de derdixist."
Xiznewî diyar kir ku ruxmî wan hewldanan jî, pêkhateyan yekitiya xwe parast û got: "Hewldanên derxistine şerekî taîfî bi serkêşiya dewleta Tirk û çeteyan heye, lewma divê Ereb, Kurd û Suryan bibin yek û nekevin xefika dijminan.
14 sal in pêkhateyên herêmê di bin sîwana neteweya demokratîk de ji bo parastina ewlehiya herêmê gelek fedakarî kirin û ev yekitî li hember hewldanên rejîma Baas, dewleta Tirk û çeteyên DAÎŞ’ê bendeke asê bû.”
Xiznewî bang li şêniyan kir ku di vê pêvajoya dîrokî de yek bin, xwişk-biratiya gelan biparêzin, rê nedin tu kesî ku vê yekitiyê têk bibe.
Di dawiyê de Xiznewî îşaret bi berxwedana QSD’ê kir ku ji bo parastina rûmeta gel li ber xwe dide û wiha domand: "Divê her kes piştgiriya berxwedana şervanan bike, ji ber ku serkeftina QSD’ê serkeftina berxwedana gel a li hember zilmê ye."