Li Tişrînê 14 çete hatin kuştin

Hat ragihandin ku di pevçûnên li herêma Tişrînê de 14 çete hatin kuştin.

Komên çete yên dewleta Tirk a dagirker, saet di 14.00’an de ji du aliyan ve êrîşî gundên gundên Til Ariş û El Elûş ên li ser rêya bajaroka Ebû Qel Qel a di navbera Tişrîn û Minbicê de kirin.

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbîcê bersiva tund da êrişan û pevçûnên dijwar derketin. Di pevçûnan de êrîşên çeteyan hatin şikandin, 14 çete hatin kuştin û di dehan çete jî birîndar bûn.

Pevçûnên li herêmê didomin.