QSD’ê nasnameya şehîdekî xwe eşkere kir
QSD’ê nasnameya şervanê ku li Bendava Tişrînê di berxwedana li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyan de şehîd bû, eşkere kir.
QSD’ê nasnameya şervanê ku li Bendava Tişrînê di berxwedana li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyan de şehîd bû, eşkere kir.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyaniyeke nivîskî weşand û nasnameya şervanekî xwe ku 25’ê Kanûnê li herêma bendava Tişrînê şehîd bûbû, aşkera kir.
Di daxuyaniyê de heta gotin: "Şehîd Hebûn berî 7 salan tevlî têkoşîna hêzên me ya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû û di sala 2017’an de cihê xwe di nava Hêzên Erka Xweparastinê de girt. Di sala 2020’an de tevlî refên Yekîneyên Antîterorê (YAT) bû. Heval Hebûn di nava refên yekîneyan de di şerê li dijî rêxistina terorê DAÎŞ’ê û komên din ên terorîst de bi roleke girîng rabû.”
QSD’ê di daxuyaniyê de sersaxî ji malbata şehîd Hebûn re xwest û soza berdewamkirina "berxwedan û têkoşînê heta avakirina welatekî aram û ewle" da.
Nasnameya şehîd wiha ye:
Navê kod: Hebûn Kobanî
Nav û paşnav: Osman Umer Qewas
Navê dayikê: Rehîme
Navê bav: Umer
Cih û dîroka jidayikbûnê: Kobanî, 1997
Cih û dîroka şehadetê: Bendava Tişrînê, 25 Kanûn 2024