'QSD û YPJˈê rûmeta me ye'

Meclisa Kongra Star a bajarê Tirbespiyê piştgiriya xwe bi şervanên YPJ`ê û QSD`ê re anî ziman û got, "QSD û YPJˈê rûmeta me ne."

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê berxwedanê dikin. Meclisa Kongra Star a bajarê Tirbespiyê bi daxuyaniyekê piştgirî da QSD û YPJˈê û tevî seferberiya giştî bû ku ji aliyê Rêveberiya Xweser û QSD`ê ve hatibû îlankirin.

Daxuyanî bi amadebûna endamên tevgerên jinan û saziyên civaka sivîl li pêşiya avahiya Kongra Star hate dayîn.

Endama Kongra Star Munteha Mehmûd daxuyanî bi zimanê kurdî xwend.

Munteha Mehmûd bal kişand ser berxwedana YPJ û QSD`ê ya li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê û got:" Şervanên me li dijî her êrişan li ber xwe didin. Em jinên li bajarê Tirbespiyê li kêleka şervanên xwe YPJ û QSDˈê ne. Em tevî seferberiyê dibin. QSD û YPJˈê rûmeta me ne. Divê her kes li kêleka hêzên xwe bin û piştgiriya wan bikin."

Munteha Mehmûd di dawiyê de got: "Bila dewleta Tirk a dagirker baş zanibe ku em ê heya dawiyê bi hêzên xwe yên parastinê re bin."