Gelên Serêkaniyê: Berpirsên dagirkeriyê DYE û Rûsya ne

Piştî êrîşên dagirker a dewleta Tirk nêzî 200 hezar kesan ji Serêkaniyê û Girê Spî koç kirin. Gelê ku ji warê xwe derketin, diyar kirin ku berpirsê herî mezin ên vê dagirkeriyê DYE û Rûsya ne.

Bi piştgirî û destûra DYE û Rûsyayê artêşa Tirk a dagirker Girê Spî û Serêkaniyê dagir kir. Ji ber vê dagirkeriyê 200 hezar kes neçar man ku ji warên xwe derkevin.

Ofîsa Koordînasyona Karên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) diyar kir ku piştî êrîşên di 9’ê Cotmehê de nêzî 180 hezar sivîlan ji herêmê koç kirine.

Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) jî diyar kir ku 200 hezar kesan koç kirine û van kesan her tiştên xwe li pey xwe hiştine. Di van êrîşan de 35 jê zarok 500 kes şehîd bûn.

200 hezar kesên ku koçî Hesekê, Til Temir, Eyn Îsa, Kobanê û Qamişlo kirine, li dibistan, kolan û mizgeftan li ber xwe didin.

Gelên Serêkaniyê yên ku mal û milkên wan ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatiye dagirkirin, diyar dikin ku di vê dagirkeriyê de sûcê herî mezin ê DYE’yê ye.

‘DERBA MEZIN DYE Û RÛSYAYÊ LI ME DAN’

Brahîm Ebîd Îsmaîl ê ku ji Til Hefyana Serêkaniyê koç kiriye, diyar dike ku wan her tiştên xwe li pişt xwe hiştine û di şertên dijwar de dijîn.

Amid Salim ê ji gundê Amiriyê yê Serêkaniyê jî diyar dike ku beriya dagirkeriyê rewşa wan baş bû lê niha nan tune ye ku bixwin.

Hemwelatiyê bi navê Îsmaîl Bilûd jî diyar dike ku mal û milkên wan ji aliyê çeteyan hatiye dagirkirin û berpirsê mezin ê vê dagirkeriyê DYE û Rûsya ye. Bilûd got ku “Gel ji ber balefiran koç kir. Yan na tu kesan wê koç nekirina. Derba mezin DYE û Rûsyayê li me da.”

Îmam Mihemed jî diyar dike ku ew ê teqez axa xwe bi dest bixin û got ku “Ev der axa me ye. Gelek welatên Îslamê û welatên din hene. Tu kes ji van tiştan re nabêje êdî bes e. Rûsyayê Efrîn, DYE’yê jî Serêkaniyê firot. Li ser me bazariyan dikin, em vî tiştî qebûl nakin.”

‘NY ÇAVÊ XWE GIRTIYE’

Mihemed Xidir ê ji Serêkaniyê jî got ku “NY çav û guhê xwe girtiye. Hemû jî li hemberî qirkirina li ser Kurdan bêdeng dimînin. Em natirsin lê îxaneta mezin DYE li me kir”

Şîrîn Mistefa Hesen jî diyar dike ku ew dixwazin vegerên warên xwe lê divê dewleta Tirk û çeteyên wê ji wan deran werin derxistin.

BEŞEKE ZÊDE KOÇ KIR

Endamê NRLS’ê Dr. Ehmed Sîno diyar kir ku di sala 2016’an de di hejmartina nifûsê de, 100 hezar û 504 kes dijîyan û nifûsa Girê Spî jî bi qasî ya Serêkaniyê ye. Sîno got ku “Bi bernameya qirkirina etnîk û veguherandina demografîk tevdigerin. Ji dêvila wan çeteyên xwe yên ji Asyaya Navîn li vê derê bi cih dikin.”