Alîkara Seroka Giştî ya Ji Mijarên Mirovî a Neteweyên Yekbûyî (NY) Ursula Muller li Konseya Ewlehiyê (KENY) diyar kir bi êrîşên dagirker ên Tirk re bi sed hezaran sivîl ji bêgavî malên xwe berdan û ji Îlonê û vir ve gelek guhertinên bi rewşên giran çêbûne.
DIVÊ HURMET LI HIQÛQA NAVNETEWÎ WERE NÎŞANDAN
Muller bi bîr xist ku ku Sekreterê Giştî yê ENY'yê Antonîo Guterres bal kişande ser fikarên ku bi operasyonên dagirkeriyê yên Tirkiyê bi xwe re anîne û got, ''Sekreterê Giştî gotibû her cure oerasyonên leşkerî divê li gorî hiqûqa navnetewî, nexasim li gorî Şerta NY'ê û li gorî hiqûqa mirovî ya navnetewî be.''
Muller got, ''Operasyona leşkerî ya Tirkiyê bandoreke giran li rewşa mirovî kiriye.''
BI KÊMANÎ 80 HEZAR JÊ ZAROK 180 HEZAR JI ŞÛNWARÊN XWE HATIN KIRIN
Her wiha hate diyarkirin ji ber êrîşên dagirker ên Tirkiyê di nav 2 heftiyan de li ser xeta sînora 80 hezar jê zarok 180 hezar kes ji bêgavî şûnwarên xwe berdane, beşek girîng ji yên sivîlan xwe li kampan girtine û li stareyên giştî dimînin û hate gotin, ''NY ji ber koçberiyên nû yên ji ber şerê li ser sînorê Tirkiyê-Sûriyê, nexasim ji bandora wê ya li ser sivîlan pir fikaran dike.''
DIVÊ ŞERÊ BISEKINE HEWCEYÎ BI ÇARESERIYA SIYASYÎ HEYE
Her wiha hate diyarkirin li Bakur Rojhilatê Sûriyê ji 3 milyon nifûsa wê 1,8 milyon nifûs hewceyî alîkariya mirovî ye û bi kêmanî 710 hezr kes ji şûnwarên wan hattine kirin û diyar kir NY û saziyên alîkariya mirovî her meh alîkariya zad, av, jêravanî, hijyen, tendiristî û bicihbûnê digihîne.
Muller xwest ku hemû aliyên şerê li Sûriyê divê alîkariyê bikin da ku alîkariya mirovî bigihe û diyar kir ji bo alîkariyan bi lezginî hewceyî bi foneke 10 milyon dolarî heye. Her wiha hate gotin li Kampa El Holê ji 68 hezar kesên ku lê dimînin 94 ji 100'î jin û zarok in û bang li wan welatan kir ku welatiyên wan li kampê hene ku bi berpirsyariya xwe tevbigerin.
Heerî dawî hate gotin ji bo êrîşên dagirker ên Tirkiyê yên li ser Bakur Rojhilatê Sûriyê werin sekinandin divê kêferat were kirin.