Di çalakiyên tolhildanê de 4 leşker û 4 çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku di çalakiyên wan de 4 leşker û 4 çeteyên dewleta Tirk ên dagirker hatine kuştin.

HRE`yê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Di çarçoveya çalakiyên tolhildanê de li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hêzên me çalakiyên berfireh li dar xistin.

Di dîroka 21 Cotmehê de li gundê Basilê yê girêdayî navçeya Şêrawa li dijî konveyekî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hêzên me bi çekên giran çalakiyek li dar xistin. Di encamê de 4 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Di dîroka 23 Cotmehê de li derdora gundên Kefer Xaşir û Kil Cibrîn yê girêdayî bajarê Ezazê li dijî çeper û baragehên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hêzên me hem wext ji 10 baskan ve rêzeçalakiyekî berfireh li dar xistin. Di encama çalakiyê de hêzên me ketin nav çeper û baragehên çeteyan û şerekî dijwar qewimî. Di encamê de çeper û baragehên çeteyan hatin rûxandin, her wiha 2 seyareyên leşkerî û 1 seyareyê doçka barkirî, motorsiklêtek hat rûxandin. Her wiha 4 çete hatin kuştin, 7 çete birîndar bûn û hejmarek çek û alavên leşkerî ketin destê hêzên me.

Alavên leşkerî ku hatin desteserkirin wiha ye:

2 AK-47 û rextên wê

1 BKC û zincîrê wê

1 RPG-7 û 2 guleyên wê

1 durbîna şevê

1 telefon

1 cîhaz û fenerekî mezin.

Her wiha piştî çalakiyên hêzên me artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundên Eyn Deqne, Minix, Malikiyê, Şewarixa, Kela Şewarixa û Merenaz ê girêdayî navçeya Şera, gundê Bêlûniyê û Girê Xwedê yê girêdayî herêma Şehba û gundê Aqîbê yê girêdayî Şêrawa bi dijwarî 70 caran van herêman topbaran kiriye.”