Ebdî: Me lihevkirina di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de erê nekiriye
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî ragihand ku peymana lihevkirina di navbera Tirkiye û Rûsya ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê erênekiriye.
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî ragihand ku peymana lihevkirina di navbera Tirkiye û Rûsya ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê erênekiriye.
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî anî ziman ku wan daxuyaniya di navbera dewleta Tirk a dagirker û Rûsyayê de hatiye kirin nepejirandiye û got: “Rewşeke ku qedera gelê me diyar dike li holê ye. Em ê van bicivin, gotûbêj bikin û bigihêjin encamekê.”
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî yê li ser dagirkeriya DYE’yê ya li herêmê, hevdîtinên di navbera rejîma Sûriye û Rûsya de hatî kirin, dîsa peymaên Tirkiye û Rûsya ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hev kirî, siberoj û ewlehiya gelê herêmê, rewşa çeteyên DAÎŞ’ê ya li herêmê girtî nirxand, ragihand ku wan metna peymana ku di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de hatî erêkirin û bi raya giştî re hatiye parvekirin nepejirandiye, wê rewşê nîqaş bikin.