Xelkê Efrînê li Şehbayê êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin

Bi hezaran welatiyên Efrîn û Şehbayê li navçeya Ehdes ya herêma Şehbayê bi meşeke girseyî êrîşên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezarkirin.

Bi tevlîbûna hemû endamên meclîs û saziyên herêma Şehba û Efrînê bi hezaran welatiyên Efrînê ji destpêka navçeya Ehdes ber bi parka Ehdes ve meşiyan.

Di meşê de pankarêtên ‘Erdogan zarokan dikuje’, ‘Dîktetor Erdogan mirovên bê suc û guneh dikuje’ û dirûşmên ‘Şehîd namirin’, ‘Bijî berxwedaniya Rojava’ gel ber bi parka Ehdes ve meşiyan.

Li parka navçeya Ehdes piştî deqeyek rêzgirtin gelek axaftin hatin kirin, li ser navê Kongra Star Hediye Yûsûf û li ser navê Yekîtiya Jinên Azad ya Şehba Wefee Hisên axivî. Di axaftinan de hemû şehîdên azadiyê hatin bibîranîn û ev hate gotin: ‘Îro di Berxwadaniya Rûmetê de ji bo maf dîsa hemûn xwe em cangoriyan didin. Dewleta Tirk bi çeteyên xwe ve êrîşî gelê me û xaka me dike. Bi van êrîşan re derket holê ku dewleta Tirk û çeteyan ve êrîşên qirkirinê li ser gel dike.”

Meş piştî axaftinan bi dirûşam ‘Bijî Berxwedana Rojava’ bi dawî bû.