QSD: Fikarên têkildarî bendên mutabaqatê bi Rûsyayê re hatin parvekirin

Fermandariya Giştî ya QSD’ê, ragihand ku Mezlûm Ebdî fikarên xwe yên têkildarî hinek bendên mûtabeqatê ya di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de anî ziman û ji bo nîqaşê ev yek ji rayedarên Rûsyayê re aniye ziman.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) têkildarî hevdîtina bi rêya dîmen a di navbera Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî ya li gel Wezîrê Parastinê yê Rûsya Sergey Şoygû û Serfermandarê Giştî Valeriy Gerasîmov pêk hatî daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin:

“Wezîrê Parastinê yê Rûsya birêz Sergey Shoîgû û Serfermandarê Gitşî yê Rûsya birêz Valeriy Gerasîmov bi awayekî dîmen bi Fermandarê Giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî axivin. Her du aliyan encamên hevpeymana Socî ya di navbera Serokê Rûsya Vladîmîr Pûtûn û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ku di 22’yê Cotmehê de li Soci hatiye lidarxistin, nîqaş kirine.

Fermandarê Giştî ya QSD`ê spasiya xwe ji bo Serokê Rûsya Vladimir Putin û yekîtiya Rûsya ji bo xebata bidawîkirina şer li herêmê û dûrxistina sivîlan a ji karîsetên mirovî, pêşkêş kir.

Her wiha Fermandarê Giştî Mezlûm Ebdî fikarên xwe yên têkildarî hinek madeyan anî ziman û ji bo derbaskirina vê jî diyar kir ku pêwîstî bi nîqaş û diyalogê heye.