ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Dagirker bombeyan li gundên Şerayê dibarînin
Dewleta Tirk a dagirker bombardûmaneke giran li gundên Meranaz, Malikiyê, Şiwarxa û Kela Şiwarxa yên navçeya Şera ya Efrînê dike. -
MSD'ê bang li koalîsyonê û hêzên Rûs kir
MSD'ê bang li Koalîsyona Navneteweyî û Hêzên Rûs kir ku êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk rawestînin. -
Bi wêneyan berxwedana Kobanê
Ji objektîfa Ersîn Çaksû berxwedana Kobanê ya ku gotina dawîn berxwedêrên wê gotin… -
'Em ê birînên xwe bi rizgarkirina welatê xwe derman bikin'
"Em tu carî nahêlin dijmin li ser xaka Rojava rehet bijî, em ê wê axê ji dijmin re bikin goristan. Emê tola hevalên xwe yên şehîd rakin, ev jî soza me ye û em ê birînên xwe bi azadî û rizgarkirinê derman bikin". -
Dewleta Tirk a dagirker dîwar li rojavayê Girê Spî lê dike
Dewleta Tirk a dagirer ji bo Girê Spî û Kobanê ji hev qut bike li rojavayê Girê Spî dîwar lê dike. -
Heleb: Kobanê ji bo DAÎŞ'ê bû destpêka bidawîbûnê
Ji fermandarên YPG'ê Heleb qala şerê Kobanê û serketina wê demê kir. Heleb got, "Kobanê ji bo DAÎŞ'ê bû destpêka bidawîbûnê." -
Cenazeyê du şehîdan li Dêra Zorê hatin veşartin
Welatiyên Dêra Zorê cenazeyê endamê Hêzên Ewlehiya Navxweyî Esad El-Dexîl û cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Beşar El-Mehcûb bi merasîmekê li Goristana Şehîd Xidir El-Hemada ya li gundê Ebû Xeşeb veşartin. -
Li Kobanê bi hezaran kes li dijî dagirkeriyê meşiyan
Li Kobanê bi hezaran kes daketin qadan û erîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin. -
QSD: Êrîşên dagirkeriyê didomin
QSD’ê ragihand ku êrîşên dagirkirina cihên nû yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê didomin. -
Berxwedaniya gelê Efrînê
Her çiqas derketina gelê Efrînê ji cih û warê xwe bûyerek bi êş be lê li hemberî wê jî berxwedaniyeke mezin tê nîşandan. -
Li Til Temirê 14 dagirker hatin kuştin
Leşkerên dewleta Tirk a dagiker û çeteyên wê êrîşî Til Temirê kirin. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Suryanan li ber xwe da. Di vê êrÎşê de 14 leşkerên Tirk û çete hatin kuştin. -
Xelkê Serêkaniyê li dijî dagirkeran rabûn
Welatiyên gundê Rawiyê yên Serêkaniyê nerazîbûn nîşanî çeteyên dewleta Tirk a du jin qetil kirin da û çalakiyek kirin. -
Şervanên Suryanî êrîşa dagirkeran a li Til Temirê têk bir
Êrîşa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser Til Temir bi berxwedana şervanên Meclîsa Leşkerî ya Suryanî ve hate têkbirin. -
Artêşa Tirk gundê Girê Spî didin ber topan
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Til Bedirxan ê Girê Spî bi topan bombe dike. -
Dagirker topan li gundê Şerayê dibarîne
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyn wê gundên Meranaz û Şiwarxa ya navçeya Şera didin ber topan. -
Dagirkeran li Serêkaniyê 2 jinên Ereb qetil kirin-NÛ BÛ
Çeteyên Ahrar El Şarqiye yên dewleta Tirk a dagirker li Serêkaniyê du jinên Ereb ku ji malên xwe derneketin qetil kirin. -
Dewleta Tirk li Efrînê 10 sivîlên din revand
Komên çete yên ser bi dewleta Tirk, li gundê Maratê yê Efrînê yek jê jin 10 sivîlên din revandin. -
HRE: Leşkerekî Tirk û çeteyek hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê, li Mare û Ezazê di çalakiyan de leşkerekî Tirk û çeteyek hatin kuştin. Her wiha derb li tankekê hate xistin. -
Dagirkeran bi bombeyên gazê êriş birin ser şêniyên Kobanê
Panzerên artêşa Tirk a dagirker tevî hêzên Rûs li Kobanê li dewriyeyê geriyan. Şêniyên herêmê nerazîbûn nîşan dan. Dagirkeran bi bombeyên gazê êrişî gel kirin. -
Li Idlibê şer giran e, bi dehan kes hatin kuştin
Vê sibê komên çete yên dewleta Tirk li Idlibê êrişeke mezin pêk anîn. Ajansa SANA a rêjîma Sûrî diyar kir ku êriş bi erebeyên bombebarkirî hatiye kirin. Rayedarên Rûsyayê jî ragihandin ku di êrişê de 40 eskerên Sûrî hatin kuştin û 80 jî birîndar bûn. -
Dagirkeran bombe li gundê Til Medîq ê Şehbayê barandin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wan bi topan gundê Til Medîq ê Şehbayê bombe kirin. -
'Xelîfeyê nû yê DAÎŞ'ê li Tirkiyeyê ye'
Çeteyê DAÎŞ'ê Taner Sabrî Gorenoglû diyar kir ku xelîfeyê nû yê DAÎŞ'ê El Selbî tevî zilamên nêzî xwe li Tirkiyeyê ye. -
Li bajarokê Kefer Hemra ya Helebê şerekî dijwar diqewime
Di navbera hêzên rejîm û çeteyan de li taxên Celeb Şiwêhina, Menura, Raşidiyê yên bajarok Kefer Hemra yên dikevin rojavayê Helebê şerekî dijwar rû didin. -
Artêşa Tirk û çeteyên wê êrîşî gundên Şêrewa dikin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî gundê Soxanek û Aqîba yên Şêrewa dikin. -
Hêzên dagirker êrîşî gundên Girê Spî dikin
Artêşa Tirk a dagirker û çteyên wê gundên Xirbit Beger û Erîda yên Girê Spî bombe dike. Li bajarokê Silûk yê dagirkirî nerazîbûna gel ya li dijî dagirkeran didome.