Berxwedaniya gelê Efrînê

Her çiqas derketina gelê Efrînê ji cih û warê xwe bûyerek bi êş be lê li hemberî wê jî berxwedaniyeke mezin tê nîşandan.

Mihemed Nûrî yê ku bi gelê xwe re 58’ rojan li ber xwe da, derbarê êş û zehmetiyên derketina ji Efrînê axivî.

Mihemed di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Beriya ku em ji Efrînê derkevin dewleta Tirk bi awayekî hovane êrîşê Efrînê kir, her wiha armanca wê ew bû ku me ji Erînê derxîne, eger balafirên xwe ranekiriba em ê tu carî dernediketiban lê demê ku balafir rabûn zexteke mezin hate ser me, ji ber wê jî em ji Efrînê derketin.

Derketina me ya ji Efrînê derketinek bi êş bû. Di dîroka mirovahiyê de weke vê şerî tune ye, ji saet 11’ê şevê heya roja din saet 3’ê piştî nîvro em gihan ser rêya jor. Gel di bin topan de derket û min dît ku jinek pitika xwe di nav naylonê de pêçaye û di hemêzê xwe de girtiye ku ji baranê biparêze û di nava erdên Zeytûnan re bê pêlav dimeşe. zarokên wê jî li pey wê dimeşiyan. Gelo gunehê me çi bû?

Her wiha dema ku em di rê de bûn baran dibarî, wesayitek li ser rêya Cebel Ehlam qeza kir û kesekê jiyana xwe ji dest da û du xizmên wê ji bo ku cinazeyê veşêrin ji neçarî di bin top û baranê de vegeriyan Efrînê. Piştî ku em gihîştin jor me li Efrînê temaşe kir û me dît ku ji her deverê Efrîn dûman radibe.

Piştî ku me rêya Cebel Ehlam derbas kir em gihiştin Gundê Kîmarê ya navçeya Şêrewa. Li wir malek hebû ku yên ji Efrînê derketibû dihewandin. Piştre me berê xwe da Nibilê û ji wê derê jî em hatin Helebê. Mala xwîşka min li Helebê bû û bi alîkariya Komîna wê derê em tê de bi cih bûn.”