'Em ê birînên xwe bi rizgarkirina welatê xwe derman bikin'

"Em tu carî nahêlin dijmin li ser xaka Rojava rehet bijî, em ê wê axê ji dijmin re bikin goristan. Emê tola hevalên xwe yên şehîd rakin, ev jî soza me ye û em ê birînên xwe bi azadî û rizgarkirinê derman bikin".

Her şervaneke YPJ'ê di nava xwe de çîrokekê dihewîne, her çîrokek jî tijî berxwedanî, tekoşîn û pêşengî ye. Li ser axa Rojava bi hezaran şervan û fermandar xwe kirin mertal û di dilêhêzên dagirker de xwe teqandin. Ji bo parastina axa welatê xwe, canê xwe xistin pira berbi azadiyê û axa Rojava bi xwîna xwe avdan. Li kêleka wê jî gelek şervanên ku hîn wê tekoşînê berdewam dikin û dixwazin tola wan hevalên xwe rakin hene, yek ji wan şervanan jî Êvar Newal e.

Şervana YPJ'ê Êvar Newal ya ku ji bajarê Kobanê ye û di sala 2014'an de tevî malbata xwe nexwastin ji ser axa xwe biçin, li kêleka şervanan heya dawiyê li berxwe dan. Êvar û malbata xwe bi qasî ku ji destêwan dihat xwestin bi şervanan re bibin alîkar. Piştî rizgarkirina bajarê Kobanê ji destê çeteyên DAIŞ'ê Êvar berê xwe dide nava refên Yekîneyên Parastina Jinê YPJ'ê û li hember zihniyeta desthilatdar şer dike. Şervana YPJ'ê Êvar Newal ku di pêngava Minbic, Berxwedana Serdemê û Berxwedana Rûmetê de cih girtiye,bi van gotinan bal kişande ser her pêngavê: "Piştî ku bajarê Kobanê hat rizgarkirin berxwedaniya hevalan bandorek mezin li ser min da ava kirin, ji ber wê jî min xwest cihê xwe di nava refên YPJ'ê de bigrim. Pêngava yekem ku ez tevlê bûm pêngava Minbicê bû, di wir de ez fêrî pir tiştan bûm wek çawa şer bikim, armanca şerê me çiye û li hember çekan xwe çawa biparêzim.Li kêleka wê gelek hevalên ku me bi hev re jiyan kirine hebûn wan hevalan wateya jiyanê bi min dan naskirin û ez rêbazê jiyan û şer nîşanê min dan".

Şervana YPJ'ê Êvar şahidiya rizgarkirina bajarê Minbic'ê dike û piştî wê derbasî bajarê Efrîn'ê dibe, li wir jî şahidiya gelek bûyeran dike.Şervana YPJ'ê Êvar wisa qala tevlîbûna xwe ya pêngava Berxwedana Serdemê dike:"Di dîroka 20'ê Çile sala 2018'an de dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe bi awayekî hovane êrîşî bajarê Efrînê kir. Di Rojava de cara yekem bû ku teknîkeke ewqasî giran li ser gel û şervanan dihat bikar anîn lê bi ruxmî her tiştî berxwedaniya gel ûşervanan nehişt ku dewleta Tirk bigihîje armanca xwe. Ew berxwedana ku li Efrîn'ê hate raber kirin hemû cîhan li hember xwe matmayî hişt. Gelek şervanên hêja xwe kirin mertal û canê xwe kirin fedayê axa xwe û 58 rojan li hember teknîka dijmin li berxwedan".

Şervana YPJ'ê Êvar Newal rastî gelek hevalên xwe hat ku di wê berxwedaniyê de her yek ji wan bû stêrkek û asîmanê welatê xwe ronî kirin. Piştî wê şervana YPJ'ê Êvar derbasî herêma Cizîrê dibe û di Berxwedana Rûmetê de jî cihê xwe digire. Şervana YPJ'ê Êvar Newal di dawiya hevpeyvîna xwe de bi van hevokan kêliyên berxwedanê bi me reparvekir: "Berxwedana ku li Efrînê hate raber kirin îro jî li Serêkaniyê û tevahî Bakur-Rojhilatê Sûriyê bi destanên lehengiyê ve tê raber kirin. Ev berxwedaniya ku îro ji aliyê şervanên QSD-YPJ'ê tê meşandin, tirs û xofeke mezin xistiye dilê dewleta Tirk a dagirker". Şervana YPJ'ê Êvar soza bilind kirina tekoşînê da û wiha got: "Em tu carî nahêlin dijmin li ser xaka Rojava rehet bijî, em ê wê axê ji dijmin re bikin goristan. Emê tola hevalên xwe yên şehîd rakin, ev jî soza me ye û em ê birînên xwe bi azadî û rizgarkirinê derman bikin".