QSD: Êrîşên dagirkeriyê didomin

QSD’ê ragihand ku êrîşên dagirkirina cihên nû yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê didomin.

Daxuyaniya QSD’ê wiha ye;

“Di 21-22'ê Çileyê de  artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê sawumayê Eyn Îsa, gundên Xirbet Beqer, Sewan û Erîda bi obus û hawanan topbaran kirin. Di encamê vê topbaranê de ziyanên madî gihîşt welatiyên heremê.

Di 22'ê Çileyê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Um el-Kêf bi obus û hawanan bombebaran kir.

Di 24'ê Çileyê de artêşa dagirker û komên çete ji gundên Erîşa, Qasimiyê, Reyhaniyê, Ebû Hêla, Mikran Begara, Dawudiyê, Ewêyşa û Erbaîn erîşekî berfireh birin li ser noxteyên artêşa Suriyê û Meclîsa Leşkerî ya Suryanî. Di encama pevçûnên ku di bersivdayina hêzên Meclîsa Leşkerî ya Suryanî de derketin, hejmarek çete hatiye kuştin, wesayîtekî leşkeri hatiye imha kirin. Herwiha gelek cebilxane hatine desteserkirin.

Her wiha di navbera dîrokên 21-24 Çileyê de li ser herêmên Firat û Cizîrê tevgera balafirên bêmirov bênavber berdewam kir.”