HRE: Leşkerekî Tirk û çeteyek hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê, li Mare û Ezazê di çalakiyan de leşkerekî Tirk û çeteyek hatin kuştin. Her wiha derb li tankekê hate xistin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku li herêmên Mare û Ezazê li dijî artêşa Tirk a dagirker û komên wan ên çete çalakî li dar xistine.

Li gorî daxuyaniyê, di 21'ê Çileyê de li herêma Mare di çalakiyeke sûîqestê de ya li dijî artêşa dagirker çeteyek hate kuştin.

Hate ragihandin, ku di 22'ê Çileyê de li herêma Ezazê hêzên HRE'yê li dijî baregeheke leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke sabotajê hatiye kirin. Di encamê de jî derb li tankekê hate xistin, leşkerekî Tİrk hate kuştin û leşkerek jî birîndar bû.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Tevî vê yekê artêşa dagirker û komên wê yên çete li herêmên Efrîn û Şehbayê bi obus, hawan û tankan gund bombardûman kirin. Li heman herêmê balafirên keşfê digerin."