Cenazeyê du şehîdan li Dêra Zorê hatin veşartin

Welatiyên Dêra Zorê cenazeyê endamê Hêzên Ewlehiya Navxweyî Esad El-Dexîl û cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Beşar El-Mehcûb bi merasîmekê li Goristana Şehîd Xidir El-Hemada ya li gundê Ebû Xeşeb veşartin.

Bi sedan welatiyên Dêra Zorê cenazeyê endamê Hêzên Ewlehiya Navxweyî Esad El-Dexîl û cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Beşar El-Mehcûb ku dema bi erka xwe radibûn şehîd bûbûn, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Xidir El-Hemada ya li gundê Ebû Xeşeb spartin axê.

Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre ji aliyê şervanan ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre li ser navên Hêzên Ewlekariya Navxweyî, Rêveberiya Sivîl a Dêra Zor û Mala Jin û Malbatên Şehîdan axaftin hatin kirin.

Qisekeran sersax ji malbatên şehîdan re xwestin û qala fedekariya şehîdan a ji bo parastina xaka xwe kirin. Qisekeran soz dan ku ew ê rêya şehîdan bişopînin.

Piştre nasnameya şehadetê yên şehîdan hate xwendin û radestî malbatê hatin kirin. Cenazeyê herdu şehîdan bi dirûşme û tilîliyan li goristanê hate veşartinn.