Dagirkeran bi bombeyên gazê êriş birin ser şêniyên Kobanê

Panzerên artêşa Tirk a dagirker tevî hêzên Rûs li Kobanê li dewriyeyê geriyan. Şêniyên herêmê nerazîbûn nîşan dan. Dagirkeran bi bombeyên gazê êrişî gel kirin.

Artêşa Tirk a dagirker tevî hêzên Rûs li Kobanê li dewriyeyê geriyan. Li gundê Xorxirê şêniyên herêmê li ber vê yekê rabûn. Lê belê dagirkeran bi bombeyên gazê êriş birin ser gelê herêmê.

Dewriyeya ku li gundê Aşmê yê Kobanê dest pê kir tê payin ku li heman cihî bi dawî bibe.