Xelkê Serêkaniyê li dijî dagirkeran rabûn

Welatiyên gundê Rawiyê yên Serêkaniyê nerazîbûn nîşanî çeteyên dewleta Tirk a du jin qetil kirin da û çalakiyek kirin.

Pêkanînên der mirovî yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser gelê li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dewam dike. Îro li gundê Rawiyê ya Serêkaniyê ku 2 jinên Ereb hate qetilkirin, gel li dijî çeteyên dewleta Tirk rabûn.

Çeteyên Ahrar El Şarqiye yên dewleta Tirk a dagirker, îro danê nîvro çûn li malekî yê gundê Rawiyê û xwestin malê vala bikin. Çeteyên dagirker Xedîce Ehmed Elmûsa ya 45 salî û Cemîla Ehmed ya 30 salî ku ji mala xwe dernetin, xwestin bi zorê derbixin lê jinan li ber xwe da li ser vê çeteyan herdu jin qetil kiribûn.

Çavkaniyê herêmî ragihandin piştî qetilkirina 2 jinên ji Eşîreta Mexmûrî û şûnde xelkê gund li dijî dagirkeran rabûn ser xwe û tevî gulereşandinê jî gel belav nebûn.