MSD'ê bang li koalîsyonê û hêzên Rûs kir

MSD'ê bang li Koalîsyona Navneteweyî û Hêzên Rûs kir ku êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk rawestînin.

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bi wesîleya salvegera 5'an a azadiya Kobanê ji çeteyên DAÎŞ'ê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Îro 5 sal di ser salvgera berxwedana Kobanê û têkçûna rêxistina DAÎŞ'ê re derbas bûn ku ku destek ji dewleta Tirk digire. Çeteyên DAÎŞ'ê di şerê li Baxozê de jî têk çûn. Hewldanên ji bo derxistina Sûriyê ji nava aloziyê ku ev 9 sal e dewam dike û rizgarkirina gelê me ku gelek êş, zehmetî kişandin û koçber bû, didome. Heta niha parçeyên ji welatê me di bin dagirkeriyê de ne.

Kobanê bû xaleke girîng di dîroka rizgarkirin û têkbirina terorîstan de ku xwîna tevahî gelê me û şervanên YPJ/YPG û ciwanên Sûriyê ji bo rizgarkirina Sûriyê tevlihev bû û bi hev re li dijî terorîstên ku zilm li wan dikir û rûbereke mezin ji xak û herêmên li Sûriyê û Iraqê xistibû bin serweriya xwe de.

Di demekê de ku tu hêzên herêmî yan jî navdewletî tune bûn ku mezinbûna vê rêxistinê bisekinînin, her wiha hêzên DAÎŞ'ê ne tenê pişta xwe dida cîhadistên navdewletî, lê belê yekser piştevanî ji dewleta Tirk a dagirker ku damarê zindî bû, dihat kirin. Ew jî bi hedefa wêrankirina Sûriyê û têkbirina projeya demokratîk ku gelê Sûriyê ji hêla azadî û rûmetê ve diparêze, pêk hat.

Kobanê îro beriya 5 salan cudatir e, her wiha zêdetirî ji sedî 80 ji avahî û binesaziya wê hatibû wêrankirin. Îro Kobanê bi lêkirina avahiyan bi dereftên şêniyên wê û keda Rêveberiya Xweser a Demokratîk zindî ye, lê ewlehî û aramî heye. Ev jî êdî bi kêrî dewleta Tirk a dagirker nayê ku şêniyên wê bi hev re dijîn û pişta xwe didin xwe û gefan lê dixwin. Piştî dagirkirina Cerablus, Bab, Ezaz, Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk ve, koçberkirina şêniyan û guhartina demografiyê, bicihkirina biyaniyan li şûna şêniyên wê yên resen û binpêkirina sûcên şer li dijî tevahî sivîlên wan herêman, dîsa êrişên xwe ranawestînin û gefên êrişkirina parçeyên dîtir ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe û di serî Kobanê.

Em wek MSD, gefên dewleta Tirk dibînin ku tu hêzeke navdewletî li hember nasekîne û êrişên xwe yên bênavber li dijî gelê me û binpêkirina hovîtiyan pêk tîne. Her wiha bang li civaka navdewletî dikin ku bi taybet hêzên Koalîsyona Navdewletî ya bi serkêşiya DYA’yê û hêzên Rûsyayê yên li Sûriyê ku berpirsyarî yên wan e, van gefên dewleta Tirk bisekînin û neçarî derketina ji tevahî xaka Sûriyê ya dagirkirî bike. Her wiha piştrast dikin ku tu çareserî di Sûriyê de ji bilî çareya siyasî ya tevlêbûna tevahî pêkhateyên neteweyî û siyasî ya bidawîkirina vê aloziyê tune ye û ewlehî, aramî û veguhastina ber demokratiya binyadî ve ya li Sûriyê, pêk bînin. Dîsa piştrast dikin ku li rex berjewendiya bilind û gelê xwe li hember tevahî binpêkirin, berjewendî û êrişên derve ne."