Li Kobanê bi hezaran kes li dijî dagirkeriyê meşiyan

Li Kobanê bi hezaran kes daketin qadan û erîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin.

Bi hezaran kes li Qada Jina Azad a Kobanê li hev civiyan û ji bo protestokirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker meşiyan. Gelek partiyên siyasî û rêxistinên sivîl piştgirî da meşê. Di meşê de pankartên “Rêzdar Trump nebe hevkarê Erdogan di qirkirina gelê Kurd de” û “Dewleta Tirk bi çekên qedexekirî li pêş çavê cîhanê sivîlan qetil dike” hildan.

Meş li Çerxerêya Aşitî ya nêzî sînorê Tirkiyeyê veguherî mîtîngê. Mîtîng bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre Hevseroka Meclîsa Zagonsaz a Herêma Firatê Foziye Ebdî axivî. Ebdî êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û nerazîbûn nîşanî bêdengiya raya giştî ya navnetewî ya li dijî dagirkeriyê da.

Çalakî bi dirûşmeyên şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker bidawî bû.