Li Idlibê şer giran e, bi dehan kes hatin kuştin

Vê sibê komên çete yên dewleta Tirk li Idlibê êrişeke mezin pêk anîn. Ajansa SANA a rêjîma Sûrî diyar kir ku êriş bi erebeyên bombebarkirî hatiye kirin. Rayedarên Rûsyayê jî ragihandin ku di êrişê de 40 eskerên Sûrî hatin kuştin û 80 jî birîndar bûn.

Ji doh ve balafirên Rûsya û helîkopterên şer ên artêşa rêjîma Sûrî bi dijwarî çeperên komên çete yên derdora Idlib û Heleb bombardiman kirin.

Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan a Sûrî ku navenda wê li Londonê ye ragihand ku di 24 saetên dawî de nêzî 400 êrişên balafir û helîkopteran pêk hatine.

Komên çete ên girêdayî dewleta Tirk ku ji ber êrişa balafiran di rewşeke tengav de ne, vê sibê bi ser navendên artêşa Sûrî de girtin.

Li gorî agahiyên hatin parvekirin, êrişa çeteyan a îro yek ji êrişên herî dijwar ên demên dawî ye.

Navenda Lihevkirina Rûs ku li baregeha leşkerî ya Hûmeymîm dimîne li ser encama êrişê daxuyaniyek da.

Li gorî agahiyên hatin parvekirin, 40 leşkerên rejîma Sûrî hatin kuştin û 80 jî birîndar nebûne.

Ajansa Fermî a Sûrî SANA jî êrişa komên çete li Idlibê piştrast kir û ev agahî dan:

"Terorîstên koma bi navê Cebhet El Nûsra danê sibê bi çekên giran û erebeyên bombebarkirî êriş kirin."

Ajansê têkildarî hejmara kuştî û birîndarên artêşa Sûrî ti agahî nedan.