Hêzên dagirker êrîşî gundên Girê Spî dikin

Artêşa Tirk a dagirker û çteyên wê gundên Xirbit Beger û Erîda yên Girê Spî bombe dike. Li bajarokê Silûk yê dagirkirî nerazîbûna gel ya li dijî dagirkeran didome.

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gundên Girê Spî didome. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Xirbet Beger û Erîda yên Girê Spî bombe dike.

Li aliyê din li gundê Hemam Tirkmen yê bajarokê Silûk ku dagirkiriye, welatiyên sivîl serî de nan û ji pêwistiyên jiyanê yên bingehîn bê par hatine hiştin li dijî dagirkeran derketin û nerazîbûn nîşandan.

Di dîmenê ku ji gund hatî de, xuya dike ku welatiyên gund li pêşiya firina nan bûne rêz û nerazîbûn nîşanî dagirkeran didin.