Girtiyên li Baybûrtê: Tevdîr nayên girtin, zextê dikin

Ji girtiyên Baybûrtê Nûdem Dûrak got, ''Ji bo vîrûsê ti tevdîr nayên girtin. Bi hinceta lêgerînê bi ser koxuşên me de digirin û belawela dikin.''

Li Tirkiyê li zindana ti tevdîr ji bo vîrûsa koronayê nayê girtin, bi ser de zextan li ser girtiyan dikin. Şûbeya Amedê ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ragihand herî dawî li Girtîgeha Kampûsa Xarpêtê 12 girtî bi koronayê ketine. Nûdem Dûrak a ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa M'yê girttî ye, ji malbata xwe re ragihand ku li zindanan binpêkirinên mafan zêde bûne û ti tevdîr ji bo vîrûsê nayên girtin.

Nûdem got, ''Ji bo vîrûsê ti tevdîr nayên girtin. Li gel vê bi hinceta sehkirinê bi ser koxûşan de digirin. Beriya bi çend rojan qerdiyanan ji bo sehkirinê bi ser koxuşê de girtin. Li gel me got, ''nexweşî heye, hûn çawa seh dikin'' jî qul bi qul li koxûşan geriyan. Binpêkirinafa mafan pir zêde bûye. Nameyên me jî nadind me û namey^ne ku em dişînin bi eynî hincetê naşînin. Kota li ser avê danîn û lêzimiyên xwe em nikarin bi cih bînin. Ji bo ku em rojnameya Yenî Yaşamê bistînin gelek caran serî li rêveberiyê didin lê dîsa jî  nadin. Her tiştê li kantînê bihayê xwe pir zêde bûye.''