ROJEVA 28'Ê COTMEHA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan bang li Kurdan hemûyan ki: "Em Kurd dikarin pirsgirêkên xwe di nava xwe de çareser bikin. Eger di nava me de şerek derkeve hingî em ê her tiştî ji dest bidin."

Ji Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Bedîa Akkaya got, "Ji bo jinan her der tecrîd e" û destnîşan kir ku wan heta niha analîza rejîmê dikir, lê êdî wê li ser çareseriyê û têkoşînê biaxivin.

KON-MED'ê ji bo çalakiyên 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê ku wê li gelek bajarên Elmanyayê bi dirûşma 'Şoreşa Rojava şoreşa me ya hevpar e, parastina wê berpirsyariya me ya hevpar e' bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.

Delegeyê Wezîrê Bazirganiya Derve ya Fransayê Franck Rîester diyar kir ku Yekîtiya Ewropayê divê li dijî êrişên Erdogan ên li dijî Macron û bangê ji bo boykotkirina malên Fransayê, "hevsengiyê biguherîne."

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, peymana agirbestê ya ku 23'ê Cotmehê di navbera aliyên Lîbyayê de hate îmzekirin pejirand û xwest ku bi temamî bi cih bê anîn.

Li gorî daxuyaniyeke Neteweyên Yekbûyî, li Yemenê ku ji sala 2014'an ve şerê navxweyî lê diqewime, bêpariya zarokan a ji xwarinê, di asta herî bilind de ye.