Çalakiya li Strasboûrgê bi pêşengiya ciwanan dewam dike

Li bajarê Strasboûrg ê Fransayê, çalakiya rûniştinê bi pêşengiya ciwanan dewam dike. Di çarçoveya pêngava 'Bi hev re serhildan' de panelek hate lidarxistin.

Çalakiya rûniştinê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê, ku 12'ê Cotmehê ji aliyê TJK-E û KCDK-E'yê ve ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, di hefteya dawî de ye.

Hefteya dawî ya çalakiyê ji aliyê ciwanên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û TÊKO-JIN ve tê meşandin.

'OCALAN JIYANA ALTERNATÎF DESTNÎŞAN KIR'

Di çarçoveya çalakiyê de nava rojê ciwanan têkildarî pêngava 'Bes e ji tecrîd, dagirkerî û faşîzmê re; bi hev re serhildan' panelek hate lidarxistin. Firat Dilsoz li panelê axivî û diyar kir ku pêngava wan dane destpêkirin li dijî modernîteya kapîtalîst ji bo avakirina modernîteya demokratîk e.

Firat Dilsoz ragihand ku kapîtalîzm jiyanê têk dibe û anî ziman ku felsefe û îdeolojiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jiyaneke alternatîf destnîşan kiriye.

Her wiha bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û anî ziman ku ev yek êrişa li dijî modernîteya demokratîk, li dijî konfederalîzma demokratîk e.

Firat Dilsoz destnîşan kir ku êriş tenê bi rengekî rêxistinî dikare bê têkbirin.

TÊ PAYIN ÇALAKIYA 28'Ê COTMEHÊ BI RENGEKÎ GIRSEYÎ BE

Di vê navberê de komên enternasyonalîst ên heta Çarşemê tevlî çalakiyê bibin ji Spanya, Swîsre, Elmanya û Fransayê beşdarî çalakiyê bûn.

Çalakî wê vê hefteyê dewam bike û 28'ê Cotmehê tê payin ku bi beşdariyeke girseyî çalakî pêk were. Roja Înê saet di 13:00 de wê meşeke girseyî ji qada Kleberê dest pê bike û li pêşiya avahiya Konseya Ewropayê bi dawî bibe. Ciwanan bang li gelê Kurd û dostên Kurdan kirin ku tevlî çalakiyê bibin.

Di çalakiya roja Çarşemê de wê Ogmunder Jonasson ê ji Îzlandayê ku Wezîrê Civakî û Tenduristiyê ye, Seroka Weqfa Gandhî ya li Efrîkaya Başûr Ela Gandhî û Dîrektorê Têkiliyên Navneteweyî ya Sendîkaya Îngiliz UNITE Sîmon Dûbbîns axaftinê bikin.