Xwepêşandana li Bexdayê didome
Duh piştî ku xwepêşanderan dubare daketin kolanan, îro li Meydana Tehrîrê ya bajarê Bexdayê xwepêşandan didome.
Duh piştî ku xwepêşanderan dubare daketin kolanan, îro li Meydana Tehrîrê ya bajarê Bexdayê xwepêşandan didome.
Piştî xwepêşandanê par ên li Iraqê ku ew demek bû sekinî bû, duh carekî din destpêkir.
Xwepêşandêran li dijî pergala rêveberiya heyî ya li Iraqê xwepêşandan kiribûn û niha jî bi heman mebestî dubare daketine qadê.
Li gorî agahiyan îro li Meydana Tehrîr, Pira Komarê, Kolana Seadûn û Komarî ya bajarê Bexdayê xwepêşandan bi awayeke girseyî didome.