Sancar: HDP di hilbijartinê de wê vê desthilatê têk bibe

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, diyar kir ku desthilat ji HDP’ê ditirse û her ku winda dike êrişên xwe zêde dike û wiha got: “HDP di hilbijartinê de vê desthilatê têk bibe.''

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, di komcivîna partiyê de li meclisê de axivî. Sancar, di destpêka axaftina xwe de bal kişande ser teqînê ku duh êvarê li navçeya Îskenderûnê ya Hatayê pêk hat û êrîşê şermezar kir. Sancar, bang li hikûmetê kir ku bûyerê ronî bike. 
 
Sancar, derbarê êrîşên li ser partiya xwe  axivî û têkildarî mijarê ev tişt gotin: “Mijara ku desthilat li serê bi awayekî sistematik û berdewamî dixebite êrîşên li ser HDP’ê ne. Ji bilî vê mijarê tu di mijarî de ewqas ne biberdewamî naxebite. Em dibêjin ev vala ye lê ji valabûnê fêm nakin. Em rêya bi bandor a vegotina vê bibînin. Ev jî bilindkirina têkoşînê ye. Em ê bi geşkirina têkoşînê vê ji desthilatê re vebibêjin. Wê hîn bibin ku bi êrîşkirinê re çawa winda dikin lê wê demê jî gelek dem derbas bibe. Wê demê ew ê li pêşberî daraza adîlane hesabê van kûmpasan tev bidin.”
 
Sancar, vegotina êrîşên li ser partiya xwe bi van gotinan domand: “Em ê bi bîra wan bixin ku zilm û neheqî ji kesî re kar namîne. Di nav mehekê de bi sedan hevalên me binçav kirin. Di refan de dosya hene, Li gorî Pêwîstiyan van dosyayan rojane dikin. Di şevekê de plan dikin ku wê HDP’ê çawa bi tengijînin. Van dosyayan ji refan dadixînin. Ferman ji dozgeran re diçe, dozger biryarên binçavkirinê îmze dikin û operasyon dest pê dikin. Ev timik xwe dubare dike. Lê nabînin ango naxwazin bibînin ku ev dubarekirin me têk nabin. Ên têk diçin êrîşkar bixwe ne. Timî dibêjim dîsa bibêjim tişta ku vê desthilatê ditirsîne HDP e. Di vê mijarê de mafdar in. Wê HDP di hilbijartina destpêkê de vê desthilatê têk bibe û bişîne. Heta hilbijartina wê dîsa HDP li dijî zextên wan ên faşîzane berxwedana xwe deyne holê.”
 
Di berdewama axaftina xwe de Sancar, bi bîr xistina binçavkirina hevserokên HDP’ê yên Amedê qala serdan û hevdîtinên xwe yên li Amedê kir û wiha axivî: “Ev binçavkirin rojek berî serdana me pêk hatin. Ji bo ku ji bernameya me re bibin asteng. Lê nikaribûn bibin asteng. Li gel van operasyonan jî em bi Rêxistinên Sivîl û gelê xwe re hatin gel hev. Belkî dora me dorpêç kirin, belkî pêşiya me bi barîqatan girtin û dema serdana esnafan me dan rawestandin lê gelê me bi çepik, ken û tilîlî silav dan me. Me jî diyar kir ku em ê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin û mafê wan biparêzin. Ev jî ji desthilatê re dibe derd.”